Beşar Esed: Jinavbirina çekên kimyewî salek wext divê

Beşar Esed: Jinavbirina çekên kimyewî salek wext divê

Serokê rejîma Suriyê Beşar Esed diyar kir ku ji nav birina çekên kimyewî di warê teknîkî de pêwîstî bi operasyonek pir tevlîhev dike û ji bo wê jî herî kêm salek wext divê.

Serokê rejîma Suriyê Beşar Esed daxuyand ku ew pêbeste bi soza xwe ya tunekirina çekên kimyewî û got ku lê ev kar dê zêdetirî salekê bajo.

Esed ji televizyona Fox ya Amerîkî re axivî û diyar kir ku di êrîşa 21’ê Tebaxê de ya li Şamê hêzên rejîmê ne berpirsin. Der barê jinavbirina çekên kimyewî jî Esed da zanîn ku di warê teknîkî de eve karekê tevlîheve û her weha ji salekê zêdetir wext û pareyek mezin pêwîst dike.

Amerîka û Rusyayê hefteya borî der barê bê çek kirina Suriyê de lihev kiribûn. Welatên Rojavayî dixwazin ku biryara destwerdana Suriyê bi erêkirina Neteweyên Yekbûyî bikeve rojevê lê Rusya dijitiya destwerdana leşkerî dike.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Rusyayê Sergey Riyabkov daxuyandibû ku dê rêveberiya Şamê heta nîveka sala 2014 çekên kimyewî jinav bibe. Riyabkov diyar kiribû ku Esad ji bo jinavbirina çekên kimyewî bi biryare. Her weha gotibû ku çekên kimyewî ji aliyê opozîsyonê ve hatiye bi karanîn.

Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî ji sala 2011 heta niha zêdetirî 100 hezar mirov li Suriyê hatin kuştin.

Rewanbej.net