Bi rêya filmên seksî bangeşeya hilbijartinê dikin

Bi rêya filmên seksî bangeşeya hilbijartinê dikin

Di demekê de ku birêveçûna hilbijartinan li Almanyayê nêzîktir dibe, partiyekî siyasî yê wî welatî girteyekî pornografî belav kiriye taku bi wê rêyê alîgiran bo partiya xwe zêde dike.

Malpera Radîkal a Tirkî belav kiriye: Biryare hilbijartinên Almanyayê li 22 îlonê de birêve biçe û ji ber wê jî rikberiyekî zor di navbera partiyên siyasî yê wî welatî de çê dibe û her partiyek û her partiyek rikberiyê dike taku di hilbijartinên Almanyayê de li berjewendiya xwe bi serkeve û di wê çarçoveyê de jî (Die Partei) Partiya Çêjwergrtin a Almanî bi awayekî cuda bangeşeyê bo partiya xwe dike.

Partiya Çêjwergrtin(Die Partei) bi rêya vîdeoyên pornografî û li jêr navnîşana “Hevkariyek bo malbatan” girteyekî du xulek belav dike û têde dîmenên jin û zilaman nîşan dide ku karê seksî encam didin, her weha girteya vîdeoyî li kanala fermî a dewleta Alman (kanala ZDF) de hate weşandin lê belê wê girteyê aloziyekî mezin li nava welatiyên Alman û cîhanê de dirust kir.

Partiya Çêjwergirtin a Almanî, partiyekî siyasî ya wî welatiye û armanca serekî dabînkirina kar û parastina mafê ajalan û dewleta zagonê ye û serokê wê partiyê rojnamevaneke bi navê “Martin Sonborn” e.

Ji Tirkî: Hawrê Ferîq