Bi vîdeo: Cîhan di sala 2099’an de dê çawa be?

Daireya feza û esmanî ya Emerîkayê (NASA), vîdeoyek der barê germahiya kurewî ya 87 salên pêşiya me amade kir. Li gor vîdeoyê germahiya erdî ya cîhanê dê di van salan de pir zêde be.

NASA, li gor lêkolîn û danayên xwe sîmulasyonek der barê kêşûhewa û demsalan de amade kir. Li gor van daneyan rewşa cîhanê ya sala 2099’ê tê destnîşan kirin.

Di vîdeoyê de jî diyar dibe ku germahiya kûrewî ya li ser rûyê cîhanê gelek zêde dibe, ji ber germahiyê dê li gelek deverên cîhanê derya bilind bibin.

Li gor agehiyên NASA’yê ji sala 1870 heta 2000 î asta bilindiya deryayî her sal 1.7 milimetre bilind dibe. Her weha ji sala 1993 heta niha jî her sal 3 milimetre bilind dibe.