Bila Surî bibe sê dewlet

Bila Surî bibe sê dewlet

Wan rojan dibe 30 meh kû welate Sûriye bûye gola xwuyne. Weke te zanin 21 tebax a îsal rejima Beesi ya Besar El Eshad fermana kustina xwe imze kir: Hezen Besar li taxaki Same, li Ghouta ye, ceken kimyevi li ser sivilan bi kar anîn. Li gor Ameriqa Yekbûyi zedetiri 1 400 kes, di nav wan de gelek zarok, jiyana xwe hûnda kir.

Dema nuca ceken kimyewi li Sûri gihiste min ez geleki xemgin bûm ji ber kû Halebce hat bira min. Roja 16 adare 1988 li dora seet yanzdan de 5 000 kurden sivil di demeki kurt te jiyana xwe ji dest dan. Komkûjiya Halebce tucar naye jibir kirin. Ew Hiroshima kurdan e. Weki te zanin sucdaren Halebce hemû nehatin cezakrin le bele Seddan Hussein û Ali Kimyewi hatin li darxwistin.

Bi ker anina ceken kimyewi rejima Sri kete rewseki zor  ji ber kû sinyala sor ya serokkommare Emeriqa ye  Barack Obama pexist. Aniha Rusya, Cin, Iran û Iraq her tist dikin ji bo kû rejima Bees ya li Sam e li ser linga bimine le ez dizanim kû bi tû awayi ew rejim zede nikare biji.

Le problema Sûri ne tene rejima Beese, herwisa grupen fanatik yen El Qaede ne. Li Süri qimetya mirovan nemaye. Hovitiyekî dijwar kû qetliama Rwanda 1994 dixe bîra mirov. Ango harba Sûri di nav dû gruben xirab û xwinkij te te mesandin. Le heri zor di ve sere de rewsa Kurdan e. Jiber kû hem muhalefeta sixte ya Sûri, kû bi deste El Qaide te mesandin, û rejima fasist ya Same ya Besar el Eshed li dije Kurdan ceng wekirine. Cihan tew dibeje kû rewsa xacperesten Sûri heri zor e le ez bawer nakim. Ji ber ku piraniya Sûryani, asuri û Ermeniyen li Sûri li gel rejime nezike 70 sal e kar dikin. Rewsa hiristiyana li Iraq li ber cav e. Dindandaren fanatik nahelin hiristiyan li Iraqe bijin.

Rewsa Kurdan li Sûri heri zor e. Kî ser kar bike duvre te were li Kurdan bixe û hurmeta mafen Kurdan neke. Dive Kurd baweriya xwe ne bi mihalefeta Sûri ü nejî bi rejima Bees binin.. Eger rejima Sûri bixwesta mafen Kurdan bi de wan dikaribu  50 salen derbasbûyi den wan mafan kurdan bida. Le mixabin rejima Sûri kurdan ji gund û bajaren wan dan nefikiirin, li sinema Amûde zrakon Kurdan da sewitandin, bi sed hezaran kurd man be nasname û kultur û zimane Kurdi hat perciqandin.

U El Qaede her roj fetvan dide kû sere kurdan jê kin û dest bawejin jinen Kurdan! Û endamen al Qaeda alikiri ya ekonomik û silih ji dewleta Tirkiye digrin. Rejima Same alikari ji Iran û Iraq digre. Mana we ci ye? Her 4  rejimen kû Kurdistan dagir kirine i hemû awayi dijitiya Kurdan li Sûri dikin û wisa berdewamkin.

Alewi û Sunni yen Sûri ji 100 000 zedetir mirov ji hev kustine. Ne Ereben Sunni ü ne jî Ereben alawi rumeta Kurdan digrin. Gelo roja kû Besar el Eshed be kustin an ji Sûri baz bide de rewsa Kurdan ci dibe?

Dive em Sûriye, kû emparyalistan 1946 de, bi cetvele sinore we diyarkirin ji bir bikin. Tu imkana ku alewi, Sunni û Kurd careke din bi hevre bijin nema e.
Ji ber we yeke diwe Yekitiya Netewan Sûri parve ke. Sûri bila bi sê dewleten cûda: Sunnistan, Alewsitan û Kurdistan.

Tene bi we formule asiti dikare bigije Sûri.