Bîranîna Çaremîn salvegera rizgar kirina Giwêr-Mexmûr

Bîranîna Çaremîn salvegera rizgar kirina Giwêr-Mexmûr

Roja Înê 10\'ê Tebaxê li \"Kampa Pilingê Reş\" ya Fermandariya Eniya 6 a Giwêr Mexmûrê bi amadebûba berpirsên leşkerî yên pêşmerge, berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çendîn kesayetiyan û xelkê herêmê çaremîn salvegera rizgar kirina Giwêr û Mexmûrê û navçeyên girêdayî wê ji destê terorîstên DAIŞ\'ê di merasîmekê da hate pîroz kirin.  

Fermandarê Eniyê Sîrwan Barzanî di gotarekî da behsa kêliyên wan salan, zor û zehmetî, xweşî û nexweşî, hovatiya DAIŞ\'ê, girîngiya rolê pêşmerge di berevaniya ji nirxên mirovahiyê û kontorol kirina navçeyên di bin destê terorîstên DAIŞ\'ê da, şehîd bûna çendîn heval, hev çeper û lehengatiya wan kir. 
Di dawiya gotara xwe da Barzanî behsa rolê Hêzên Hevpeyman di hevkariya bi pêşmergeyan û Herêma Kurdistanê û spasiya wan kir. 
Di dawiya merasîmê da ji ho bîranîna cangoriyên ku di şerê bi terorîstan re jiyana xwe ji dest dane mom hatine pêxistin. 

Hêjayî gotinê ye ku Grûpa Terorîstiya DAIŞ\'ê piştî girtina beşeka zêde ya bajêrên Îraqê êrişî navçeya Giwêr-Mexmûrê ya nêzî bajarê Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê kirin, lê di yekem êrişê da û bo cara yekem pêşmergeyan karî di rêkefta 10\'ê Tebaxa 2014\'ê da DAIŞ\'ê têk bişkînin û ji navçeyê dûr bixin.