Biryara 35 sal zîndanî ya Ahmet Turk hiweşiya.

Biryara 35 sal zîndanî ya Ahmet Turk hiweşiya.

Doza ku li dijî hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamenterê serbixwe yê Mêrdînê Ehmed Turk hatibû vekirin û bi îdîaya “propagandeya rêxistina terorê û encamdana sûcên bi navê rêxistinê” jê re 35 sal ceza dihat xwestin, hat betalkirin.

Li gorî nûçeya DÎHAyê, li dadgeha cezayê giran ya Amedê rûniştina şeşemîn ya doza ku li dijî hevserokê KCDê û parlamenterê Mêrdînê Ehmed Turk ji ber axaftinên wî yên di merasim û mîtîngan hatibû vekirin, hat lidarxistin.

Di rûniştinê de, dozgerê ku li dijî Turk doz vekiribû ji dadgehê xwest, di çarçoveya guhertin û reformên ku vê dawiyê di sîstema daraza Tirkiyê de pêk hatine divê 35 sal cezayê ku ji Ehmed Turk re xwestiye were hilweşandin.

Li ser vê yekê, parêzerê Turk ê bi navê Sedat Yurttaş jî diyar kir ku daxuyaniya dozger qebûl dike û wiha got: “Lê miwekîlê min di axaftinên xwe tu sûcek nekiriye û nabe li ser vê yekê were cezakirin û lêpirsîn derheqê wî de were kirin.”

Piştî axaftina parêzer, dadgehê biryar da ku di çarçoveya guhertinên nû yên qanûnên darazê ku wek pakêtên 3 û 4 tên binavkirin, 35 sal cezayê ku ji Turk re hatibû xwestin, tê hilweşandin û lêpirsîna derheqê sûcê propagandeya rêxistinê jî tê paşxistin lê eger Turk cardin sûcek wisa bike dê lêpirsîn dîsa dest pê bike.

Çavkani DİHA