Buldan: Divê em bi lez biçin Îmralî

Buldan: Divê em bi lez biçin Îmralî

Piştî ku KCK biryar da ku wan paşde vekêşandina gerîlayan ya daye rawestandin parlementera BDP’ê û seroka koma paritiyê Perwîn Buldan axivî û got ku paşde vekêşandin rawestiya lê pêvajo berdewam dike. Eve jî ji bo hikûmetê peyameke. Ji ber vê divê em bi lez biçin Îmraliyê.’

Hevseroka BDP’ê Gûltan Kişanak jî daxuyand ku her çend ewan daxwaz kirine yasayên weke îfadeya fikr û raman, ya terorê û ya partiyên siyasî ku di pêşiya jiyana demokratîk dibin asteng bihêne rakirin jî hikûmetê ev daxwaz pesend nekirine.  Kişanak diyar kir ku hêşta bi hezaran siyasetmedarên Kurd di girtîgehan de ne. Hikumet mafê perwerdeya zimanê dayikê weke gefa perçekirina welat dibîne. Li ser goristanên gerîlayan jî êrîş pêk dihên. Ji ber vê ev biryara rawestandina paşde vekêşandinê rawestyaye. Kişanak got ku lê hêşta jî agirbest berdewame û eve jî derfeteke.

Seroka koma BDP’ê Perwîn Buldan jî daxuyand ku divê hikumeta AKP’ê bi lez gavan bi avêje. Buldan der barê biryara KCK’ê de jî got ku hêjta pêvajo bi dawî nebûye. Agirbest berdewame. Buldan got: ’Eve peyameke bo hikûmetê. Divê hikûmet bi lez daxuyaniyekê bide. Divê pakêta demokrat3ikbûnê bi lez bixe meriyetê.

Buldan da zanîn ku ewan daxwaza hevdîtina digel Ocalan kirine û got: ’Divê em bi lez biçin giravê. Me ev daxwaza xwe pêşkeş kir, em li benda bersivê ne.’

Rewanbej.net