Çalakiyên daxwaza perwerdeya ziman berdewam dikin

Çalakiyên daxwaza perwerdeya ziman berdewam dikin

Çalakiyên daxwaza perwerdeya zimanê dayikê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, berdewam dikin. Îro jî li Colemêrg, Çewlik, Mûş, Stenbol  û Mersînê aheng û çalakî hebûn û daxwaznemeyên hatine berhev kirin pêşkêşî berpirsên perwerdeyê kirin.

Li Colemêrgê KURDİ-DER û Egîtîm Senê li gelek deverên bajêr ji bo berhevkirina îmzeyan stand danîn. Gelê Colemêrgê bi eleqeyek mezin ev kampanya pêşwaz:î kir. Serokê KURDİ-DER’a Colemêrgê Wasfî AK diyar kir ku bi salane li ser zimanê Kurdî zext hene û her subê zarok sondê dixwin. Ak got ku ew ji bo bi dawî kirina van polîtîkayan û ji bo xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî vê çalakiyê dimeşînin.

Mersînê di pêşengiya KURDÎ-DER’ê de daxuyaniyek hate belavkirin. Di dema daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa “Zimanê me rûmeta me ye”, “Zimanê ma rûneta ma yo” hat vekirin. Serokê KURDÎ-DER Şaxê Mersînê Selahattîn Çam daxuyanî xwend. Çam diyar kir ku ziman bingeha gelekî ye, rûmet û nasnameya wî gelî ye û destnîşan kir ku li gel vê rastiyê jî serdema nû ya perwerde û hîndekariyê jî ji perwerde û hîndekariya zimanê dayikê bêpar maye.

Çam anî ziman ku nedayîna perwerdeyê bi zimanê dayikê, bandoreke neyînî li zarokan dike û xwest, pêşî li perwerdeya zimanê dayikê bê vekirin û zimanê dayikê li dibistanan weke zimanê perwerdeyê li saziyên dewletê jî mîna zimanê xizmetê bê bikaranîn.

Rêxistinên BDP’ê yên Beyoglû, Fatîh û Şîşlî yên Stenbolê jî, ji bo “Perwerdeya zimanê dayikê” li ber Muduriyeta Perwerdeya Milî ya navçeya Beyoglû ya li Kolana Îstîklal a Taksîmê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Hevserokê BDP’ê yê Navçeya Beyoglûyê Mehmet Nûr Açil daxuyanî xwend û bibîr xist ku di serdema nû ya hîndekariyê de jî bi milyonan zarok ji perwerdeya bi zimanê xwe yê dayikê bêpar mane.

Açil her wiha xwest “sonda me” ya li dibistanên seretayî tê xwendin jî bê rakirin û got, “Em nasnameya xwe dixwarin. Em naxwazin hebûna xwe gorî hebûna hin kesên din bikin. Zimanê me nasnameya me ye. Em jiyaneke bê nasname naxwazin.”

Navnîşana çalakiyên beşa Anatoliyê ya Stenbolê jî Kartal bû. Endam û rêveberên BDP’ê yên navçeyê bi heman daxwazê li ber Muduriyeta Perwerdeyê ya Milî ya Navçeyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Girseya gel beriya daxuyaniyê ji ber avahiya BDP’ê ya navçeyê heta ber avahiya Muduriyeta Perwerdeyê li dû pankarta bi nivîsa “Azadiya ziman di çareseriya neteweya demokratîk de ye” meşiya.

Rêveberê BDP’ê yê Navçeya Kartalê Ahmet Tanirgan piştî meşê daxuyanî da û got, “Erdogan bi gotina demokrasiya pêşketî îdîa dike ku ewê pirsgirêka Kurd çareser bike. Lê belê hînê mafê herî rewa yê vî gelê daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê li ber çavan nagire.” Tanirgan li hemberî “sonda me” ya li dibistanan her serê sibê bi zarokan tê xwendin nerazîbûn nîşan da û got, “Ev yek zilm e, şerm e, guneh e.”

Çalakî bi sirûda “Herne Pêş” a ji aliyê zarokan ve hat xwendin, bi dawî bû.

Endam û rêveberên BDP’ê yên herêma sêyemîn a Stenbolê jî, bi heman daxwaz û armancê li ber Muduriyeta Perwerdeya Milî ya Navçeya Bagcilarê çalakî lidar xistin. Li gel xebatkarên Navenda Çand û Hunerê ya Med, beşdariyeke xurt a zarokan bal kişand. Di çalakiya ku tê de pankarta bi nivîsa “Azadiya ziman di çareseriya neteweya demokratîk de ye” de xebatkarê Navenda Çand û Hunerê ya Med Mehmet Kûrt daxuyanî da.

Kûrt got, “Gelê Kurd dixwaze hemû qanûnên yekperestî, neteweperest û asîmîlasyonê yên li Destûra Bingehîn bên guhertin û hemû astengiyên li pêşiya zimanê Kurd ê li her qada jiyanê bê rakirin. Pêwîste mafê perwerdeya zimanê dayikê ji xwediyê xwe re bê dayîn û pergala perwerdeyê li gorî normên gerdûnî bê sererastkirin.”

Li Çewlikê jî navnîşana çalakiya Egîtîm-Sen û BDP’ê, ber Kûleya Saetê ya li Xaçerê û. Endamên BDP û Egîtîm-Senê bi vê armancê li ber Kûleya Saetê stand vekirin û dest bi berhevkirina îmzeyan kirin. Kampanya dê heta roja Înê saet 16:00 dewam bike.

Li navçeya Mûş Gimgimê jî bi daxwaza naskirina perwerdeya zimanê dayikê û rakirina “sonda me” meşek hat lidarxistin û daxwazên bi vê armancê pêşkêşî Muduriyeta Perwerdeya Milî hat kirin.

Rêveberê BDP’ê yê Navçeyê Abdulabasît Taş li ber Muduriyeta Perwerdeyê bi awayekî sembolîk li texte perwerdeya bi zimanê Kurdî da. Dûre Serokê Rêxistina BDP’ê ya Gimgimê Guven Meşe daxuyaniyek da û diyar kir ku qirkirina li ser çand û zimanê Kurd hînê dewam dike û got, “Divê dawî li vê bêedaletiyê bê anîn û Kurdî bibe zimanê perwerdeyê.”

Jêder DİHA