Çalakiyên ji bo parwerdeya ziman berdewam dikin

Çalakiyên ji bo parwerdeya ziman berdewam dikin

Li Bakûrê Kurdistanê çalakiyên ji bo perwerdeya zimanê Kurdî berdewam dikin. Çalakiyek mezin û girseyî îro li Amedê pêk hat.

Li bajê Amedê bi çalakiyekê îmzeyên ku bi daxwaza perwerdeya zimanê dayikê hatibûn komkirin, tevî hemû astengiyên polîsan jî radestî Muduriyeta Perwerdeyê kirin.

Di çarçoveya kampanya daxwaza zimanê Kurdî, li Amedê bi pêşengiya Navenda Giştî ya KURDÎ-DER û Egîtîm-Sen Şaxê Amedê 50 hezar îmze hatin komkirin. Çalakgerên ziman xwestin bi meşekê dosyayan pêşkeşî berpirsan bikin. Lê belê polîsan bend danîn pêşiya meşê.

Li ser vê helwesta polîsan çalakvan bi qasî nîv demjimêrî rûniştin. Duwre polîsan neçar man benda xwe rakin. Li ser vê yekê girseyê dest bi meşê kir û bi çepik, tililî û dirûşman heta Muduriyeta Perwerdeyê ya Milî ya Navçeyê meşiyan.

Çalakvan bi meşê hatin Parka Rihan û li vê derê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyaniya bi zaravayên Kurmancî û Dimilkî hatibû amadekirin, ji aliyê Serokê Giştî yê KURDÎ-DER’ê Sabahattîn Gultekîn ve hat xwendin.

Gultekîn diyar kir ku li gor benda sêyem ya xala 26 an ya Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan mafê bingehîne ku zarokên her dê û bavekî şekil û rêbaza perwerdeyê diyar bikin. Gultekîn destnîşan kir ku di encama lêkolînên zanistî de derketiye holê, ku perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo zarokan serketîtir e. Gultekîn diyar kir ku bi polîtîkayên asîmîlasyonê re hewl hatiye dayîn çand û zimanên gelê Kurd û gelên din ên li mezopotamyayê dijîn bê tunekirin û got, “Gelê Kurd li dijî van hemû hovîtiyan li ber xwe da û xwedî li çand û zimanê xwe derket. Bi têkoşîna azadiyê ya Kurd re, hebûna gelekî ku dihat gotin “xelas” bûye, ji aliyê cîhanê ve hat qebûlkirin.”

Gultekîn ji dewlet û hikûmetê xwest ku di mijara çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de ji dil tevbigere û got, “Pêşeroja zimanekî ku zarok pê neaxive, tarî ye. Zimanê me roj bi roj ber bi tunebûnê ve diçe. Li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê, divê em bi biryardarî têbikoşin. Divê em li saziyên xwe û li saziyên dewletê yên fermî bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin û bi vî rengî zorê bidin sîstema înkarê. Divê em bi vî rengî gavan bi hikûmetê bidin avêtin. Berxwedan û têkoşîna me dê wiha dewam bikin.”

Piştî Gultekîn Hevseroka BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut peyivî û diyar kir ku mafê perwerdeya zimanê dayikê ya gelê Kurd hatiye talankirin û destnîşan kir ku gelê Kurd dê çareseriyek bê perwerdeya zimanê dayikê tu carî qebûl neke. Zumrut diyar kir ku gelê Kurd li hemberî polîtîkayên înkarê, rêxistinbûyînek ji milyonan ava kir û anî ziman ku ev rêxistinbûyîn dê ew mafên hatine talankirin, ji nû ve bi dest bixe. Zumrut her wiha destnîşan kir ku pêvajoya çareseriya demokratîk jî bi yekalî nameşe.

Piştî daxuyaniyê, zêdeyî 50 hezar daxwaznameyên hatin amadekirin ji aliyê heyetekê ve pêşkêşî Muduriyeta Emniyetê ya Bajarê Amedê hat kirin.