Cameron: Her diçe Esad bihêz dibe

Cameron: Her diçe Esad bihêz dibe

Serokwezîrê Brîtanyayê David Cameron diyar kir ku her diçe serokê dewleta Suriyê Beşar Esed bi hêztir dibe. Cameron got rewşa Esad li gor du meh bêriya niha baştire û ew piştgiriya opozîsyona Suriyê dikin..

Serok wezîrê Brîtanyayê David Cameron di gel radyoya BBC1 hevpeyvînek pêkanî û got ku ji bo ambargoya Yekîtiya Ewropayê ya çekan li ser Suriyê rabe Brîtanya hewldanan dike lê ew bi piştgiriya muxalîfên Suriyê dikin. Cameron da zanîn her çend ew harîkariya xwe ya ji bo opozîsyonê didomînin jî lê dizanin ku di nava opozîsyonê de jî gelek mirovên ne baş hene.

Cameron weha got; ’Esad li gor beriya  du mehan niha pir bi hêze. Der barê arîşeyên di gel opozîsyonê de çi berpirsiyariyek menîne. Em harîkariya bi çek  nakin lê em piştgiriya wanhêzan dikin ku bi rastî jî nûneriya gelê Suriyê dikin’.

Ji aliyê din ve şerê li Suriyê û Rojavayê Kurdistanê jî didome. Li gor nûçeyên ajansan niha bajarê Humusê bûye navenda pevçûnan.

Rewanbej.net