Çapemeniya Rusyayê: Tirkiye xeyalê Împaratoriya Osmanî dike

Çapemeniya Rusyayê: Tirkiye xeyalê Împaratoriya Osmanî dike

Rojnameya Pravda ya Rusî diyar kir ku di dijitiya Suriyê de Tirkiye xeyala axakirina Împaratoriya mezin ya Osmaniyan dike.

Rojnameya Pravda ku li Rusyayê bi rojane derdikeve, dide zanîn ku hikûmeta Suriyê giringiyê dide hevgirtina li gel Kurdan û di dijberiya Suriyê de jî Tirkiyê weke aliyê sêyem pênase dike.

Li gor şiroveyekê rojnameyê ya bi navê ’Pêwîstiya Esed heye ku li hember Tikiyê Kurdan bîne ba hev û bike yek’ de dihête destnîşan kirin ku Kurdên Rojava li dijî komên cîhadger û Artêşa Azad şerek dijwar  dikin. Li gor şiroveya rojnameyê, ji ber vê jî Kurd ji mûxalîfên rejîmê baştirin.

Şirove diyar dike ku Tirkiye alîkariya Sûnniyan dike û bi vî awayî li pey xeyalê zîndîkirina Împaratoriya mezin ya Osmaniyane.

Rojnameya Pravda dibêje ku nûnerê taybet yê Beşar Esad, Omer Osê di meha Îlonê de çûye Hewlêrê diyar kiriye ku hikûmeta Suriyê ji bo Kurdan ji opozîsyonê çêtire û gotiye ku heger Kurd di gel Esed îtîfaqê bikin bo wan baştire.