Çavkaniya POŞÎN

Çavkaniya POŞÎN

Di zimanê Kurdî de çavkaniya POŞÎN anku li ber xwe kirin, weke yek ji çavkaniya herî kara û roldar kaniye di sazkirina gelek wate û peyvan de roldar be û avasaz be,
û dikane di gelek wate û peyvên din de jî roldar û avasaz be.
di vir de hinek mînakan bo berçav ronî û wate ronî:


*POŞÎN: Li ber xwe kirin
*POŞ: Li ber xwe kirina moda û kîbar
*POŞTE: Li ber xwe kirina têr û tejî
*POŞAK: Hemû cûrên cil û bergan
*POŞEK: Hemû cûrên cil ên damên jin û mêr
*POŞBEND: Poşîn û tev girtina cih an tiştekî
*POŞMEND: Ew kesê ku tiştan dipoşe û vedişêre
*DERPOŞ: Derveyî tiştekî bê girtin û poşîn
*SERPOŞ: Hîcab, Ser girtina tiştek yan jinan ku serê xwe digirin
*BERPOŞ: Bi Arebî (Hefaze), ewê ku zarok pîsayî tê dike
*BALAPOŞ: Mûhecebe, ser heta pî ya jinan bi cilên olî
*DAPOŞ: Tev girtin û veşartina tiştekî xuya
*RAPOŞ: Mokêt
*RÛPOŞ: Girtin û veşartina cihekî ya rûyê derve
*NAVPOŞ: Poşîn û girtina tiştekî di nav de
*POŞGEH: Cihê cil guhertin û cil li ber xwe kirin
*RÊKPOŞ: Rêk û bedew cil li ber xwe kirin
*YEKPOŞ: Yek cûr cil li ber xwe kirin, li şîrket, sazgeh, dibistan û…
*REŞPOŞ: Tev cilê reş li ber xwe kirin û…
*SPÎPOŞ: Tev cilê spî li ber xwe kirin û…
*ÇAVPOŞÎKIRIN: Dema karek an şaşiyek hebe û ew kesê din ew kar yan ew şaşî effû bike û ji  bîr bike
*PAPOŞ: Sol yan pêlav
*SIYAPOŞ: Reşpoş, poşîna cilê reş
*ZIRÊPOŞ: Mûdere’e, otombêla cengî
*XEMPOŞ: Nehiştina xem û rewîna xemê
*GULPOŞ: Cihek ku bi gulê hatibe poşîn û girtin
*NENGPOŞ: “Neng” yanî (‘eyb), Nengpoş yanî veşartina eyb û negiyan
*PERDEPOŞ: Veşartina tiştekî li ber çavê xelkî
*DÎWARPOŞ: Ew plastic yan kaxez yan her tiştê ku dîwar digire û vedişêre
*DORPOŞ: Girtin û poşîna tiştekî
*POŞAV: Boya, boyax
Û….
bi sedan û hezaran wate û raman heye ku bi çavkaniya (Poşîn) û rehê çavkaniyê (Poş) tê sazkirin bi awayekî pirr zelal û delal.
hêvîxwaz im ku vê çavkanî û van peyvên rast û rêk di zarê Kurmancî de jî kara bin û zimannasên me pirr bi awayekî hûr û kûr li ser bixebitin û zimanê Kurdî-Kurmancî zêdetir zengîn û rengîn bibe.

//Qandîl Şeyxbizînî