Çavkaniya Simînê

Çavkaniya Simîn û jêderên wê.
Simîn yek ji van çavkaniya zimanê Kurdî ye ku roldar e û gelek peyv û wateyan jê jêder bûne.
Simîn yanî (dîwderkirin) anku niha zêdetir (kûnkirin) tê bikaranîn, lê kûnkirin ne di cihê xwe de ye çun ku (kûn) ew cih e ku derî û derçeya wê hebe, yanî derçeya dawî tune be, wek: (kûna mar, kûna mişk, kûna her ajelên ku di erd û kendal û... de dijîn.
lê çavkaniya Simînê yanî tiştek bisimî û kûn bikî, Simîn jî mîna hezaran peyv û çavkaniyên din niha nemaye ji bilî xanimên Kurd ku guhên xwe dîwder anku kûndikin, dibêjin: (guhsimîn) yanî "min guhên xwe simî, her wiha gelek peyv hene ji çavkaniya Simînê jêder bûne wek:
-Guhsimîn: dîwder û kûnkirina guhê.
-Sim: ew alavê dar yan dîwar yan kevir pê kûn dikin.
-kendesim: ew ajelê di kend û kendalan de kêlekan dîwder dike.
-daresim: yan jî darkûnkere, ew teyrê dar disime û kûn dike.
-Sim: di vir de jî xwedî wateyekî dine, ew jî simê ajelên wekî manga, hesp, hêstir, ker, bizin û pez û.... ew saxê ku di erd û cih de diçeqe.
-Simpare: ew alavê hene, mis û her tiştsn pê dirrinin û pakij dikin.
-Simore: navê curek ji ajel e ku erdê disime. û...
giring e zimannas hurcudahiyan bikin û giringiyê jî bidin ramanên zimên, bi vî rengî ye ziman zengîn û sengîn dibe, herwiha wateya gelek peyvan jî xuya û zelal dibin.
.
Qandîl Şeyxbizînî