Cebhet El-Nusra xwe ji êrişa li dijî Sûriyeyê vedişêre

Cebhet El-Nusra xwe ji êrişa li dijî Sûriyeyê vedişêre

Cebhet El-Nusra û Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê

Her du baskên rêxistina Elqaîde li Sûriyeyê, Cebhet El-Nusra û Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê wek amadekariyekê ji bo êrişa çaverêkirî ya Amerîka, navendên xwe li parêzgehên Deraa û Helebê vala dikin.

Li gora nûçeya ajansa UPI, Pêla Selefî ya Cîhadî li Urdunê got ku, rêberê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê Ebû Bekir Elbexdadî û rêberê Cebhet El-Nusra Ebû Mihemed Elcolanî ferman dane çekdarên xwe ku navend û baregehên xwe vala bikin û tevlî civaka Sûriyeyê bibin.
Serkirdeyekî mezin yê Pêla Selefî ya Cîhadî ji heman ajansê re diyar kir ku çekdarên wan di nava civaka Sûriyeyê de xwe veşartine.

Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê li Iraq û Sûriyê belav dibe û çend navçeyên li her du welatan kontrol dike.
Cebhet El-Nusra jî, di sala 2011 de di dema destpêkirina şoreşa Sûriyeyê de hat avakirin.
Pêla Selefî ya Cîhadî li Urdunê, hevpeymana wan her du rêxistinane.