Çekdarên li Sûrîyeyê: şervanên azadîyêne yan kûjerên bê wijdan

Çekdarên li Sûrîyeyê: şervanên azadîyêne yan kûjerên bê wijdan

Li DYA`yê nîqaşên derbarê operasyona leşkerî ya li dijî rejîma Beşar Esad her diçe gurtir dibin. Li gor daneyên lêpirsînên civakî, piranîya welatîyên DYA`yê li dijî êrişa li ser Sûrîyeyê ne. Gelek analîst pirseke wisa dikin: DYA di rastîyê de piştgirîya kî dike? Peyamnêrê me yê li DYA`yê Roman Mamonov kite kitên mijarê radigihîne.

Tevgera li DYA`yê ya li dijî operasyona leşkerî ya li Sûrîyeyê roj bi roj berfirehtir dibe. Bi dehan bajaran çalakîyên protestoyê têne meşandin. Leşkerên DYA`yê jî nêrînên xwe yên bi wê mijarê ve girêdayî şîrove dikin. Di malperên civakî de wêneyên leşker û efserên Amerîkî yên di çalakîyên protsetoyê de beşdarîyê dikin û rûyên xwe bi pankartên bi sloganên li dijî şer vedişêrin. Ji bo nimûne nivîsên li ser hinek pankartan wisa ne: “Ez çûme leşkerîyê ne ji bo wê yekê ku ji bo “El-Qaîde“yê şer bikim“. Dahêreyên istixbaratê li xwe mukur tên, ku piştî operasyona leşkerî ya li ser Sûrîyeyê, terorîstên “El-Qaîde“ yan jî yên “Hibullah“ê dikarin kardar derkevin. Kongresmen jî destnîşan dikin, ku ji nîvîyê zêdetir serhildêrên Sûrîyeyê îslamîstên radîkal in û cîhatxwazên li dijî DYA`yê ne. Lê, wezîrê karên derve yê DYA`yê Con Kerrî îdda dike, ku jimara terorîstên di nav refên opozîsyonê de ne zêdeyî 20 selefan e. Terorîst û yên ne terorîst çawa ji hev têne cudakirin, Waşîngton nikare bersîvê bide.

Di nav hefteya derbazbûyî de delîleke din jî ya bêwijdanîya radîkalên opozîsyona Sûrîyeyê derkete holê. Di malpera fermî ya rojnameya New York Times`ê de vîdeoyek hate nîşandan, ku çekdarên opozîsyonê li ser malbatên leşkerên Sûrîyeyê yên li bajarê Îdlîbê zulmeke çawa dikin.

Hêjayê bi gotinê ye, ku ew ne vîdeoya yekem ya zulma terorîstan e. Di meha Gulanê de terorîstên “Cepheya El-Nûsra“ li bajarê Deyr ez-Zorê bi awayeke vekirî li ser leşkerên êxsîr ên Sûrîyeyê zulim dikirin û paşê ew dikûştin. Di mehên biharê de her weha vîdeoyeke zulma yek ji fermandarên opozîsyonê Abû-Sakkar hatibû weşandin. Wî dilê dijberê kuştî derxist û xwar. Ji bilî wê jî, di înternetê de gelek vîdeo hatine belavkirin, ku çekdarên opozîsyonê dibêjin, ku amade ne li dijî hêzên Beşar Esad her cureyê çekan bikar bînin û tu “xetên sor“ nikarin ji wan re bibine asteng. Eksperê li ser Rojhilata Nêzîk Valîd Fares di weşana telekanala Amerîkî FoxNews`ê de wisa ragihand:

“Ew mirovên cîhatxwaz in. “Xeta Sor“ jî ya ew behs dikin, bikaranîna wan çekan e yên hêj ji alîyê wan ve ne hatinî bikaranîn: çekên kimyawî û bîyolojîk. Salek berê niha lîderên cîhatxwazan ragihandin, ku ji bo dabînkirina serkeftinê amade ne, ku çekên komkujîyê bikar bînin“.

Pentagonê di wan mehên dawîyê de gelek caran hişyarî da Koşka Spî, ku hilweşandina rejîma Beşar Esad wê pozîsyona rêxistinên terorîstî yên wek “El-Qaîde“ û “Hibullah“ê li herêmê bide xurtkirin. Derbarê wê yekê de Rûsya, Çîn û hinek welatên din jî radigihînin. Lê, Waşîngton wisa dîyar e, ku naxwaze paş de gav bavêje. Li gor înformasyonên ji wezareta bergirîyê ya DYa`yê hatinî herikîn, eksper hişyarîyê didin, eger rejîma Beşar Esad bête wergerandin, cebilxaneyên çekên komkujîyê dikarin bikevine destê terorîstan û DYA dikare neçar bimîne, ku ji bo parastina wan cebilxaneyan 75 hezar leşkeran ber bi Sûrîyeyê ve bişîne.