Çend têbînî derbarê hilbijartina pêşwext li Tirkiyê

Çend têbînî derbarê hilbijartina pêşwext li Tirkiyê

Hadî Sofîzade 

Biryar bû hilbijartin li Tirkiyê di sala 2019’ê de bê kirin, lê weke diyar ev hilbijartin dê 15 meh beriya dema diyar kirî bê encamdan. 
Pêşniyara hilbijartina pêşwext di rewşekî de hatiye pêşxistin ku rewşa awarte li wî welatî hakime û egera birêve çûna hilbijartineke tendurust û adilane tuneye.  
AKP’ê bi metirsiya kêm bûna dengderan rûbirûye, Erdogan bingeha partiya xwe lerzok dibîne û ev yek bûye sedem ku bi Partiya faşîst a MHP’ê îtilafê pêk bîne û mebesta wan eve ku bi xuha netewe perestiya Tirkan û di atmosfereke ewlekarî de hilbijartineke formalîte lidar bixe da belkî bikaribe bi ser kirîzên navxweyî û derve zal bibe. 
Erdogan li Tirkiyê atmosfereke wiha afirandiye ku hebûna Tirkiyê di şexsê xwe de nîşan dide û bi caran ev gotin dubare kiriye ku di egera paşve kişîna wî û hikûmeta wî ji desthilatdariyê Tirkiyê dê ber bi perçe bûnê ve biçe. 
Tevî ku rastiyek di boçûna Erdogan da bê dîtinjî, lê rastiyek jî heye ku zû yan dereng lazime Erdogan biçe. 
Mirov dikare ragihandina hilbijartina pêşwext ji du alayên navxweyî û derve binirxîne. 

Di asta navxweyî de kirîza aborî, bê îşî, tirsa xelkê ji bêsibatiya siyasiya Tirkiyê, daxistî bûna atmosfera siyasiya wî welatî û egera zêdebûna narezayetiyan, Erdogan neçar kiriye ku bikeve hizra hilbijartina pêşwext. 
Pêşniyara guhertina alûgurên cîhaniya zêrê li şûna dollarê tevî ku qaşo karteke givaşê li hember Amerikayêye, lê di rastiyê de bêbuha bûna dirava Tirkiyêye. Jiber wan sedeman Erdogan dixwaze beriya zêdebûna nerazatiyên gel, pêgeha xwe jibo pênc salên din bihêz bike. 

Armanca serekeya Erdogan ji hilbijartina pêşwext û di rewşa awarte de pîlangêriya li hember Kurdane. Di rastiyê de partiya herî zirarmend di hilbijartina pêşwext de Partiya Demokratîka Gelan (HDP) ye.
Erdogan bi kelk wergirtina ji afirandina atmosfera tirs û wehşeta li Kurdistanê bi hêsanî dikare dengên dengderan biguherîne yan bi henceta nebûna ewlekariyê li bajarên Bakurê Kurdistanê pêşiyê li beşdariya girseyî ya gel di hilbijartinê de bigre û di egera derbaznekirina rêzbendiya %10 ya HDP’ê ya di hilbijartinan de, tevahiya dengên vê partiyê dê di berjewendiya AKP’ê de bin û bi wî awayî Erdogan û partiya wî dê rewatiya ji dest çûyiya xwe cardin bidest bixin. 

Di asta derveyî de Tirkiyê li Sûriyê nava krîzekî de niqûm bûye ku derketina jê wiha bi hêsanî nepêkane. 
Nirxandina bûyerên çend rojên bihurî dibe weke qonaxa yekem a givaşên liser Tirkiyê bêne binav kirin. 
Daxûyaniya Yekitiya Ereb di dagîrker binav kirina Tirkiyê de û daxwaza derketina ji Efrînê, gefa xistina nav ambargoya Tirkiyê ji aliyê Amerîkayê ve di egera berdewamiya hevkariya wî welatî bi Îran û Rûsyayê re û herwiha kirîna fûzeya S300 ji Rûsiyê, egera tedaxûla leşkerkêşiya welatên Ereb li Sûriyê bi taybet hêzên leşekeriyên Misrê ku peywendiyeke baş bi Tirkiyê re nîne, Tirkiyê dixe nava givaşê. 
Meseleya ku di qonaxa duyem de tê çaverê kirin kirîza dîplomatîk a bi Rojava re weke ya ku bi Rûsiyê re qewimiyeye. Helbet lazime ev rastî neyê jibîr kirin ku Tirkiyê ji vê biçûktire ku xwe li hember Rojava bigre. 
Belkî patyiya Erdogan cardin di hilbijartinê de biserbikeve lê pêgeha vê partiyê bêhêz bûye û îslama Tirkî ber bi dawiy serdema xwe ya zêrîn ve diçe. 

Wergera ji farsî: Dêrsim Oremar