Cengîz Çandar: Erê ma derdê Enqerê demokrasiya Qahîrê ye?

Cengîz Çandar: Erê ma derdê Enqerê demokrasiya Qahîrê ye?

Rojnamevanê navdar yê Tirk Cengîz Çandar di nivîsa xwe ya evro ya di rojnameya Radîkal de helwesta Tirkiyê ya li beramber rûdanên Misirê şirove dike. Çandar di destpêka nivîsa xwe de dipirse; gelo Tirkiye li hember derbeya li Misirê, bi bahaya ku tenê bimîne helwestek bi prensîbane û exlaqî werdigre?

Berferehiya nivîsa Çandar weha ye;

Rojnamevan Omer Taşpinar di nivîsa xwe ya Today’s Zaman de wesa nivîsandibû; ’Min nedizanî ku li Tirkiyê ev hinde pisporên Misirê hene’. Demoa ku ji Washingtonê hatiye Tirkiyê di hemû televizyonan de dîtiye ku hemû kes behsa Misirê dike lê, di demek kurt de têheiştiye ku ya rast ne ku Misirê, lê niqaşê li ser Tirkiyê dikin. Her çend li Tirkiyê pisporê Misirê nînin jî lê ya rast hejmara mirovên ku li ser rewşa Tirkiyê nîqaşan dikin gelekin. Naveroka nîqaşan partiya desthilat, rawêjkarên wê û propagandayîstên wê diyar dike. Gotinên du cure hene.

1- Bi devikê Tirkî şermezarkirina derbeya li Misirê;

2- Bêyî nîqaş- Daxwaz bikin da Muhammed Mursî û Birayên Misliman dubare vegerine ser desthiladariyê.

Ev herdu daxwaz jî hev digrin. Heger hûn derbeya li Misirê qebûl nakin hewce dike ku daxwaz bikin da ev encam jî bihête guhertin. Ji lewra daxwaza bila Mursî vegere ser erkê serok komariyê û Birayên Misliman jî vegerin hikumetê, daxwazek sirûştiye. Erê sirûştiye. Lê belê heger hûn vê gotinê pesend bikin, wate bi çavê Tirkiyê meyzeyê Misirê bikin, wê demê her gava ku hûn bêjin Misir ew dibe Tirkiye û heger hûn bêjin Muhammed Mursî ew jî dibe Tayyib Erdoxan. Bi gotinek din heger wesa be hûn dikevin bin didanê makîneyeka propagandayê. Heger hûn şiyarbin û we nevêt bikevin xefikê jî dê axatina derbekar bihête belav kirin û gramiya we nemîne.

Ji ber ku Hesen Cemal hay ji vê rewşê bû di T24 de nivîsek bi sernivîsa ’Ma rexnekirina Mursî derbekariye?… We nekin da nekenim!’ nivîsand. Di nivîsên xwe de van pirsan dike; ’Nexwe rexnekirina Mursî qedexe ye? Rexnekirina wî dibe derbekarî? Ma qe aqlê xwe bi nan û penîr xwariye? Him li dijî derbeyê derdikevin û him jî xeletiyên wê nîşan didin. Ma wekî din çawa dersan ji vê bistînin?

Li Tirkiyê, derbarê rojeva Tirkiyê de xala herî giring ya li ser ’Misir û derbe’ yê eve ye;

Pêwendiya rexnekirina Mursî û daxwaza derbekariyê ji hev nîne û ne raste ku her du wek hev bihêne dîtin. Heger bi vê awayî dixwazin bi rêya rexneyên li ser Mursî pêşiya rexneyên li ser Erdoxanî bigrin, eve xelete.

Belê we ye, lê armanc ewe. Her weha rûdanên Geziya Taksîmê weke plangeriyekê Ergenekonê ya ji bo derbeyê amadekirina binesazî, dinirxînin. Puxteya tişta ku dixwazin bêjin eve; Plangeriya navnetewî di 30 Hezîranê de li Misirê xelk li meydana Tehrîrê berhev kir û li dîjî rêveberiya îslamî ya hilbijartî derbe pêk anî û gehişte armanca xwe. Xwestin heman tiştî di Hezîranê de li Geziya Taksîmê ya Stembolê jî taqî bikin lê, Tayyîb ev nexwar û têk neçû.

Her weha niha Tirkiye di serpereştiya Tayyîb Erdoxan de hewl dide Muhammed Mursî rizgar bike û şûn de vegerîne. Li hember derbeya Misirê -Bi gotinên rawêjkarê hıkumetê- bi bihaya tenê bimîne, hewl dide helwêstekê prensîbî û exlaqî nîşan bide.

Encamên vê yên bi mantiqî jî wesa dibe: Madem em dijberê derbeya leşkerî ne, wê demê di mijara Misirê de divê em weke Erdoxan û polîtîkaya derve ya Tirkiyê hewlwest bigrin. Bi navê sedemên prensîbî û exlaqî…

Emê bê însafiya li Geziya Taksîmê, Li Lîceyê gulebarankirina gel û sernixûmandina bûyera Roboskî li rexekî bihêlin, li gel Tayyîb û desthiladariyê helwest werbigrin. Tişta daxwaz dikin eve. Kesên ku vê yekê bi cîh nehînin bila amade bibin ku navê ’derbekar û bêyî prensîb’ li wan bibe.

Kî çi dibêje bila bêje lê, divê mirov nebe yek jê xeleka xeletiyên hikumetê û li beramberê vê bergiriyê bike. Çi pêwendiyeke exlaqî û pirensîbî ya helwesta wan ya Misirê de nîne. Dihête fêm kirin ku ka bo çi tişta di serê Birayên Misliman de hatiye di AKP’ê de travmayek kûr avakiriye û ji bo çi kardaneweyê nîşan dide. Bê guman mafê AKP heye ku refleksa bergiriyê nîşan bide û pêwendiya wê ya real-polîtîk jî heye.

Ma we nimûne divên? Serok dewletê Sudanê Omer El Beşîr ku bi derbeya leşkerî hate ser hikum hevalê xwuştivî yê AKP’ê ye. Der barê Omer El Beşîr de, ji aliyê Dadgeha Siza ya Navneteweyî ve ji ber tawana ’sûcê mirovahiyê û li dijî mirovahiyê tawanbarî’ biryara zîndanî kirinê heye. Lê Omer EL Beşîr her ku dilê wê dixwaze dihête Tirkiyê û diçe. Ji ber çi wê demê ’prensîb û exlaq’ weke du hêmanên sereke yên polîtîkaya derve kar nake. Nasnameya El Beşîr ya mislimantî esas bû.

Her weha, di hilbijartinên sala 2008’an de hêjta encama hilbijartinan û hejmara dengan jî aşkira nebû, bo Ehmedînecad yekemîn peyama pîrozbahiyê ji Enqerê çû. Bi mehan ji ber hîle, dek û dolabên li hilbijartinên Îranê gel xwepêşandan kir, mafên mirovan binpêkirin û xwepêşander hatin perçiqandin. Ji ber çi tenê belgekê bi exlaq û prensîb yê hikumetê jî nelivî? Der barê vê mijarê de Dawutoxlû weha bersiva rexneyan da: ’Xwepêşandanên li Îranê ne di asta şoreşê de ne’. Raste. Heger heman pîvan li Misirê pêk bihata bi naçarî diketin zorê. Muhammed Mursî di Hezîrana 2012’an de ji % 51.7’ê dengan standibû û bibû serok komar. 13 milyon dengên wî hebûn. Piştî salekê hilbijartina wî 22 milyon kesan ji bo ji wezîfeyê bihête girtin deng dan. û piştî salekê dubare li Misirê şorej vejiya ku ji 25’ê Çilaya 2011’an ve bê navber berdema bû.

Pisporeê Misirê yê Washingtonê Nathan Brown di nivîsa xwe ya New Republic de wesa dibêje; ’

Polîtîkaya Misirê, her wekî ku di semînerekê doktorayê de dibe, kete nava nîqaşek terminolojîkî. Gelo eve derbeyek leşkeriye yan serhildaneke gele?

Bersiv hêsane: Her du jî.

Wêneyekê weha bînin ber çavê xwe: General Martîn Dempsey di televizyona dewletê de radigehîne ku Barack Obama êdî ne seroke û ewan destûra bingehîn ya Emerîkayê rawestandiye. Hûn çi navê li vê dikin?

Yan jî wesa hizir bikin: Bi deh milyonan gelê Emerîkayê ji bo Obama ji wezîfeyê bihête girtin xwepêşandanan li dar dixe. Obama vê qebûl nake û dibêje ku hêjta sê salên wê yên serokatiyê maye lê, dibîne ku ji wezîfeyê hatiye girtin û derketiye pêşiya dadgehê. Hûn çi navê li vê dikin?

Belê derbeyekê leşkerî çêbû. Erê, raperîna gel dirûst bû. Eve bo çi dihête nîqaşkirin? Ji bo pirraniya gelê Misirê eve ne mijara termînolojiye, lê hikmeke exlaqî û rewiştiye…’

Ji bo Tirkan, ya rast ji bo desthilata siyasî berovajiyê vê yê, ji xwe di gel Birayên Misliman ’xudan îdeolojiya hevparin’. Wesa nîşan didin ku ew helwestek exlaqî nîşan didin, lê ya rast nîqaşa temînolojî dikin. Heger birastî pîvan ’ji bo Misirê demokrasî’ ba, xudanên desthiladariya Enqerê bi gazên îsotê êrîşê Geziya Taksîmê nedikirn, li Lîceyê gel gulebaran nedikirn û li ser bûyera Roboskiyê nedixûmandin…