Çeteyên çekdar Kurdên sivîl dikujin

Çeteyên çekdar Kurdên sivîl dikujin

Seyîd EVRAN

Komên çekdar ên ku di êrîşên Rojavayê Kurdistanê de windahiyên mezin didin, li dijî kurdên bajarên Suriyê qirkirinê pêk tînin. Komên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra ku ev 4 roj in bi topên hawanê û çekên giran êrîşî bajarokên Til Eran û Til Hasil dikin, heta niha zêdetirî 50 sivîl qetil kirine û 350 kes jî revandin. Hemû rêyên diçin bajarokan û xetên telefonan hatine birîn. Li hemberî van pêkanînên dijmirovahiyê raya giştî ya navnetewî jî hîn bêdeng e.

Komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra piştî ku li herêmên Dêrik, Rimêlan, Girkê Legê, Çelaxa, Tirbespiyê, Serêkaniyê û Girê Spî derbeyên xwarin, bi komên îslamî yên girêdayî wan re li bajarokên Til Eran û Til Hasil ên giredayî Helebê êrîşî welatiyên kurd dikin.

Di êrîşên ku ev 4 rojin bi topên hawanê û çekên giran dom dikin de, komên êrîşkar li dijî welatiyên sivîl hovîtiyê dikin. Ji ber ku komên êrîşkar hemû riyên diçin herêmê girtine û xetên telefonan jî birîn e, agahiyên zelal nayê girtin, lê li gorî çavkaniyên Cehpet El-Ekrad komên çete li herêmê dest bi komkujiyan kirine. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin çeteyan heta niha li herdu bajarokan nêzî 300 welatiyên sivîl revandine. Her wiha 50 ciwanên ku ji Lubnanê vedigeriyan jî dîsa ji aliyê van koman ve hatine revandin. Hate gotin ku êrîşkar li dijî sivîlan hovîtiyê pêk tînin, îşkenceyê û pêkanînên di jî mirovahiyê li wan dikin.

Hate gotin di nava welatiyên hatine revandin de malbatên şervanên Cephet El-Ekrad jî hene û wana dibin fabrîqeya kabloyna a li nêzî bajaroka Sifîrê ya Helebê. Hate gotin yek ji van malbatan jî malbata şervanê El-Ekrad ê bi navê Hemam ku di pevçûnên li Til Eran de jiyana xwe jidest daye ye.

50 kes hatin qetilkirin

Hate hînbûn ku di êrîşan de heta niha zêdetirî 50 kesî hatine qetilkirin. Hate ragihandin ku piraniya kesên hatine qetilkirin, malbatên ku dixwazin ji bajarokê koç bikin. Hat diyarkirin ku di nava kesên hatine qetilkirin de dayik, bav, xwîşk û birayên şervanên Cephet El-Ekrad jî hene. Ji kesên hatine qetilkirin ên ku navên wan hatine hînbûn ev in:

Yên ji bajaroka Til Eran:

Hamud Haci Arcun, Nuri Arcun, Hüseyin İbrahim Xemis, Ahmet İbrahim Şemo, Abdo Skeyf El Hemsi, Hüseyin Ebu Ceras, Hüseyin Ramadan Hemo, Rekan Skef El Hemsi, Arif Abdo Zada, Mir Hüseyin Hawa, Adıl Ato, Muhammed Ato, Abdurrezak Beşar, Abdulselam Beşar, Abdo Selim, Ali El Humsi ile kardeşi, Hemud Kasap, İbrahim Ahmed Cocki, Rıdvan Kasım Kalo, Ali Arif Hawa

Yên ji bajaroka Til Hasil:

Rıdvan Hamadi Kaso Kalo, Esat Nehsan Ebu Nehır, Hüseyin Cemal Hemdo, Hemam Ahmet Hemam Tarbuş, Hüseyin Cemal Hemdo Tarbuş.

Her wiha hate gotin ku di nava yên hatine qetilkirin de gelek zarok, jin jî hene.

Koçber trajediyê dijîn

Li aliyê din welatiyên ku ji êrîşan reviyan û li gundên derdorê bicîh bûne jî, trajediyek mezin dijîn. Li gorî agahiyan piraniya koçberan di bin konan û nava zeviyên çandî de di bin germa zêde de têkoşîna jiyanê didin. Hate ragihandin welatî pirsgirêkên av, xwarin û hwd dijîn.

40 hezar kurd di talukeyê de ne

Li bajarokên Kubeysîn, Cerablûs, Minbic, Til Eran, Til Hasil ên girêdayî Helebê û 5 gundên girêdayî wan, piranî kurd lê dijîn. Li Til Hasil û Til Eran, gundên girêdayî wan nêzî 40 hezar kurd hene. Hate ragihandin ku hemû kurdên li vê herêmê dijîn di bin talukeya êrîş û komkujiyan de ne. Dîsa fikar heye ku

Êrîl li Minbic, Cerablus, Tel Eran, Kebra, Kefer Zixir û Eraz belav bibin.

Jêder ANF