Çeteyên qatil vê carê jî serê ciwanekî Kurd jêkirin

Çeteyên qatil vê carê jî serê ciwanekî Kurd jêkirin

Li gorî nûçeya ANF çeteyên El Nusra ya girêdayî El Qaîde li Til Eranê di ser nexweşxaneyekê de girtin û ciwanekî birîndar yê 23 salî li pêş çavên gel serjêkirin.
Hate diyarkirin ku li Til Eran a ser bi Helebê ve dawiya meha Tirmekê hêzên El Nusra û Dewletî Îslam ya Iraq-Şamê ku girêdayî El Qaideye nêzîkî 70 kurdî qetil kiribûn. DI nav wan de ciwanekî bi navê Xemîs Berho jî birîndar bûbûn. Malbata vî ciwanî ew biribûne nexweşxaneyê. Piştî ku çeteyan bi ser nexweşxaneyê de girtin ciwanê Kurd li pêş çavên herkesî serjêkirin.

Bi taybet di dema dawî de di torbendên civakî de jî aşkire bû ku hêzên El Nûsra ji aliyê Tirkiyê ve vekirî têne xwedîkirin. Bi taybet ji aliyê nijadperestên Tirkî ve di torbendan de vekirî EL Nusra tê parestin û diyar dibe ku îlhamê van qetilkirinan di serî de ji Tirkî piştre ji gelik hêzên herêmê digre.
Lê aliyekî dîtir jî yê seyr ewe ku li dijî van kiryarên Tirkiyê helwestê hêzên Kurd yên siyasî û yên Navnetewî pêşî li komkujiyan nagre.

 

rewanbej.net