Çi gava hilbijartin nêzîk bibin Erdogan digrî

Çi gava hilbijartin nêzîk bibin Erdogan digrî

Nivîskarê rojnameya Hurriyeta Tirkî Yilmaz Ozdîl di nivîsa xwe ya îro de cîh dide giriyên serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan. Ozdîl destnîşan dike ku çi gava li Tirkiyê hilbijartin nêzîk bibin wê demê Erdogan li pêş çavê hemû kesan digrî û xwe hestyar nîşan dide.

Ozdîl nivîsa xwe bi sernavê ’Dey tu negrî, ez nikarim xwe ragirim’ nivîsiye. Ozdîl dibêje:

2004 berya hilbijartinên rêvebiriyên herêmê… Stran guhdar kir. Di Televizyonê giriya.

2007 beriya hilbijartinên giştî… Sruda Tirkî guhdar kir. Li parlemenê giriya.

2008’an hilbijartin nebûn. Ne giriya.!!!

2009 beriya hilbijartinên herêmê… Helbest xwend. Di televizyonê de giriya.

2010 beriya referandumê… Name xwend. Li parlemenê giriya.

2011 beriya hilbijartinên giştî… Nivîsa rojnameyekê xwend. Li meclîsê giriya.

2014 hilbijartinên herêmê nîzîk dibin… Name xwend. Di televizyonê de giriya.

Ozdîl dibêje, çi gava hilbijartin nêzîk bibin, li ber çavê rayagiştî hestyar dibe. Ez neşêm dil bidim ku dilê te bimîne. Bila em tomara sandoqê hilbijaritnan daynin Qahireyê da dengên xwe bidin te.

Hêjayê gotinê ye ku Erdogan beriya du rojan beşdarê bernameya televizyona Ulke ya Tirkî bibû û nameyek xwendibû û kiribû girî.