CIA bi fermî qebûl kir ku derbeya Îranê ya sala 1953’an pêk aniye

CIA bi fermî qebûl kir ku derbeya Îranê ya sala 1953’an pêk aniye

CIA’yê bi awayekfermî qebûl kir ku derbeya leşkerî ya beriya 60 salan ya serdema serokwezîr Muhammed Musaddikî pêkaniye.

Rêxistina Navendî ya Îstîxbarata Emerîkayê CIA yê bi awayek berpirsiyariya derbeya leşkeri ya beriya 60 salan an ku di sala 1953’yan de li Îranê ji bo hilweşandina rejîma serokwezîr Muhammed Musaddikî- hilgirte ser xwe.

Belgeyên arşîva ewlekariya netewî di çarçoveya yasaya azdiya agahî wergirtinê hatin weşandin. Li gor van belgeyan bi awayek fermî, derbeya leşkerî ya li Îranê li dijî hikumeta Partiya Eniya Netewî ya serokwezîr Musaddikî di çarçoveya polîtîkayên derve yên Emerîkayê, bi fermana CIA’yê hatiye lidarxistin.

Di belgeyan de dihête gotin ku ji bo Îran nebe amanca êrîşên Sovyetan Emerîkayê TPAJAX plan kiriye. CIA ji bo hikumetên hevkarên xwe weke navê nehênî navê TPAJAX bikar dihîna. Di nava vê planê de ji bo hilweşandina hikumeta Musaddikî propaganda dihate kirin. Ji bo Şah Riza Pehlewî hevkariyê qebûl bike dihate razî kirin, bertîl didane parlamenteran, hêzên ewlekariyê dihatin birêxistin kirin û handana xwepêşandan dihate kirin.

Hewldana yekem bê ancam ma lê belê hewldana duwem ya di 19’ê Tebaxa 1953’yan gehişte armanca xwe. Der barê vê mijarê de sîxorên Emerîkî û Îngîlîzî yên beşdarê operasyonan bûne, pirtûk nivîsandibûn. Her weha serokên Emerîkayê Bill Clinton û Barack Obama jî li ber rayagiştî rola Emerîkayê qebûl kiribûn. Lê CIA’yê ti daxuyanî nedabûn.

Dîrokzaneke ku di CIA’de kar dikir, di sala 1970’yan de der barê vê derbeyê raporek amade kiribû. Ev rapor di sala 1981’an de hatibû weşandin jî lê beşek wê yê mezin nehênî mabû. Di nava vê raporê de beşa sêyem ya behsa derbeyê dikir û bi navê ’Çalakiya Nehênî’, hatibû nivîsandin, hatibû veşartin.

Di nava van belgeyan de fermana Şah Riza Pehlewî ya ku bi daxwaza Emerîkayê general Fazlullah Zahedî weke serokwezîr diyar dike jî heye.

Derbeya 19 Tebaxa 1953’yan di dîroka Îranê de rojeke giringe. Piştî vê derbeyê li Îranê dijberiya Emerîkayê her çû zêdetir bû. Ev dijberî di sala 1979’an de bi hilweşandina rejîma Şah Riza Pehlewî encam bû.