Cihana ajalan ya rojgerê dimre

Cihana ajalan ya rojgerê dimre

Roja Navnetewî ya parastina ajalan 4 Cotmehê lidardikeve. Li gor nerxandinên eksperan, hema bêj 20 ji sedî ji hejmara ajalan di bin xetera tunebûnê de ye.

Roja Navnetewî ya parastina ajalan 4 Cotmehê lidardikeve. Li gor nerxandinên eksperan, hema bêj 20 ji sedî ji hejmara ajalan di bin xetera tunebûnê de ye.

Rêberê nûnergeha fona navnetewî ya jibo berevaniya ajalan li Moskowê Marya Vorontsova destnîşankir, ku rojgar di krîzê de ye. Sedema vê krîzê ew e, ku hejmara cûrên ajalan zû kêmdibe. Bi taybetî ev yek sebaret ajalên biçûkin:

Kerkedan, fîl, piling di bin xetera tunebûnê de ne. Li cîhanê tenê 2 hezar û 700 piling mane. Li Rojhilata Dûr ya Rûsyayê pilingên amûrê dijin. Hejmara wan dora 400 pilingî ye. Her weha li wir jî ji 30 heta 40 leoparên spehî dijn. Di heman demê de, hejmara antîlopan jî kêmdibe. Hêjayî gotinê ye, ku berya 20 salan hejmara wan 2 milyon bû. Keryê bi 3-5 hezar seryî li xaka Rûsyayê hatiye parastin. Hejmara antîlopan ya giştî 180 hezar e. Hejmara hirçên sipî û hespên deryayî jî, ku li deryaya Laptêvêx dijin kêmdibe.

Sedema sereke ya kêmbûna ajalên cîhanê-destêwerdana mirov e. Germbûna global, ku mirovanî jî di ber de gunehbar e, dihêle ku hewa bê guhertin û wek encam cûre tunebibin. Her weha birîna daran ya pir jî alîkariyê di vê yekê de dike. Bi awakî ecêb bazirganiya riwak û ajalan zêdedibe. Jibo vejandina serjimêra wan bi sedên salan pêwîstin. Mariya Vorobtsova şirovedike:

Wek nimûne, hejmara fîlan bi awakî zêde kêmbûye. Her sal qaçaxçî het 6 hezar fîlî li Afrîqyayê dikujin. Ew van fîlan dikujin jibo xatir bazirganiyê bi hestiyên wan bikin. Ev hestî îro li Başûrê-Rojhilatî Asyayê û Çînê pir bi nerxin. Diravên ji vê bazirganiya tên wergirtin jibo piştgirtiya rêxistinên têrorîstî tên bikaranîn. Berya demekê navenda bazirganî li Neyrobî hat zeftkirin.

Rêxistina, ku ew zeftkirbû ji Smaliyê gihabû. Tê hesêb, ku heta 40% ji diravên, ku jibo çalakiyên têrorîstî tên bikaranîn ji bazirganiya hestiyên fîlan ya ne qanûnî tê wergirtin.

Li teveya zemînê hejmara ajalan kêmdibe. Li gor zanyariyên yekitiya parastina sirûştê, di 500 salên dawîn de, bêtir ji 800 cûrên ajalan bi carekê mirne. Li gor nirxandinên cuda, mirna ajalan niha hema bêj bi hezar carî bêtir ji leza prosa dînamîk ya normal derbasdibe.