Cihê civîna Cenevre-2 hat guhertin

Netewên Yekbûyî (NY) ragehand ku kongreya çareserkirina krîza Sûriyê ya wek Cenevre-2 tê naskirin dê li bajarê Montro li rojavayê Swîsre bê lidarxistin.
Kongre biryar bû li bajarê Cenevre li welatê Swîsre di 22’ê Çileya 2014an de bê lidarxistin. Berdevka Nûnerê Navdewletî û Erebî li Sûriyê, Xewla Meter ragehand ku ji ber nebûna cihê mana endamên kongreyê li hotêlên Cenevre, dê kongre di roja 22’ê Çileya 2014’an li bajarê Montro dest bi karên xwe bike.
Meter da zanîn ku dê wezîrên derve yên welatên beşdarê kongreyê gotinên xwe pêşkêş bikin û piştgiriya xwe bo destpêkirina gotûbêjên navbera rejîm û opozîsyona Sûriyê raghînin.
Di roja 24’ê Çile de dê şanda opozîsyona Sûriyê û şanda rejîmê bi çavdêriya nûnerên navdewletî û Erebî li Sûriyê Exzer Ibrahîmî bicivin û dest bi gotûbêjên rasterast bikin. Li gor ku hatiye ragehandin dê wezîrên derve yên 30 welatan di Cenevre-2 de beşdar bin, ji bo çareserkirina krîza ku ev nêzîka 3 sale li Sûriyê berdewam e.
Herwiha di Cenevre-2 de wê hikûmeteke veguhêz bi desthilateke temam li Sûriyê bê avakirin, lê heta niha zanyariyên hûr û zelal derbarê vê hikûmetê de nînin.
Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê û rejîma Sûriyê dê bi şandên xwe yên taybet beşdarî Cenevre-2 bibin, lê heta niha her du aliyan endamên şanda xwe diyarnekirine ligel ku berî çend rojan Exzer Ibrahîmî, 27’ê mehê mohleta dawî da rejîm û opozîsyonê daku navên şandên xwe bidin.
Lê heta niha nakokî di navbera helwêsta rejîm û opozîsyona Sûriyê de heye, opozîsyon tekez dike ku ew bi tu awayekî qebûl nakin Beşar Esed li ser desthilatê bimîne, lê rejîm heta niha pêdagir e li ser wêya ku dê Esed serkirdayetiya qonaxa veguhêz bike.
Basnews