Çima her tiştê BDP’yê bi zimanê Tirkî ye?

Çima her tiştê BDP’yê bi zimanê Tirkî ye?

BDP di medyaya sosyal de rûpelên nû vekir û çalaktir dixebite. Lê BDP ya ku ji bo Kurdan xebatan dike û ji hikuemta AKP re ji bo gav avêtina ji bo zimanê Kurdî e rexneyan dike bixwe di hemû hesabên xwe yên medyaya sosyal de zimanê Tirkî bikartîne. Mixabin hê jî rêbevirên BDP’yê ên wekî Aysel Tugluk, Emîne Ayna, Gultan Kişanak, Selahattîn Demîrtaş, Tuncer Bakirhan û gellek navên di xebatên hilbijartinê de û bi giştî têkîliyên xwe bi gel re ji xeynî silav danê zimanê Tirkî bikartînin. Rewşeke wisa derketiye holê ku êdî bi qasê dewleta Tirk, Kurd jî di mijara zimanê Kurd de sûcdar rin û di pêkhatina asîmîlayonê de berpirsyarin. ..

BDP’ê Yekemîn tevna xwe ya medyaya civakî ya profesyonal li Tirkiyê ava kir. Bi hesabên twîter û facebook re pêngava tora civakî dest pêkir. Platforma Tora Civakî ya BDP’ê bi dirûşmeya, “Zanebûn azadî ye” dest bi xebatên xwe kir. Tevna medyaya civakî bi fîlmên spot ji parvekirina nêrînên parlementeran dest pêkir.

Facebook: www.facebook.com/BDPgenelmerkezi

Twitter:     www.twitter.com/BDPGenelMerkez

Youtube:   www.youtube.com/BDPgenelmerkez

Blog:         www.barisgundemi.blogspot.com

Heta vê derê wek pêngaveke baş dixuye lê wexta mirov li wan hesaban dinêre hemû bi Tirkî ne.

Li aliyekî ku Tevgera Kurd a Sîyasî ji dewleta Tirk a dagirker ji bo zimanê Kurdî banga gav avêtinê dike lê li aliyekî din de jî bixwe xizmeta asîmîlayonê dike. Yanî “pakêt”a BDP’yê jî di warê zimanê Kurdî de vala ye.

BDP bi vî avahî bikaranîna zimanê Kurdî di nav kurdan de hê zêdetir “meşrû” û “normalize” dike û bi vî awahî gellek Kurd dibêjin “medem BDP Tirkî bikartîne, çima em neynin?” û pêwîstiya bikaranîna zimanê Kurdî nabînin.

Siyasetmaderên Kurd û BDP hemberî zimanê Kurdî xemsar in

Li bakûrê Kurdistanê daxwaza sereke ya Kurdan fermî bûna Kurdî û perwerdeya bi zimanê Kurdî ye. Dewleta Tirk bi her avayî dijî vê daxwazê ye û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bo Kurdan nayê nasîn. Li bakûrê Kurdistanê asîmîlasyon gihêştiye asteke pir xeter û bikaranîna zimanê Kurdî bi taybetî bajarên wek Amed, Riha û çend bajarên mezin ên Kurdan de gellek qels e. Li aliyekî asîmîlasyona giran a dewleta Tirk bi riya perwerdeya Tirkî û televizyonên Tirkî êdî rewş wisa bûye ku Kurd xwe bixwe jî asîmîle dikin. Malbat bi zimanê Kurdî naaxifin, zarokên xwe hînî Kurdî nakin. Ciwanên Kurd ku têde beşeke mezin ku xwe wek welatparêz nîşan didin jî zimanê Kurdî bikarnaynin.

Divê berê her tiştî bo perwerdeya bi zimanê Kurdî hewl bê dayîn.Ne qurs û wekî din divê hemû dersan ji dibistina sereta û heta zanîngehan bi zimanê Kurdî perwerde were dayîn.Her wiha divê rexistin, partî, şaredarî û dezgehên Kurdî hemû endam û xebatekarên xwe re hîn bûn û xwendina bi zimanê Kurdî ferz bikin da ku di qedemeyên fermî de zimanê Kurdî were bikaranîn.

Her wiha hin malbatên Kurd bi sedema ku zarokên wan di dibistana sereteyî de zorê nekşînin û ji hevalên xwe dûr nemîna hînî zimanê Tirkî dikin û hînî zimanê Kurdî nakin.Divê malbatên Kurd dev ji vî çewtîyê xeter berdin. Divê zarokek berî zimanê dayika xwe hîn bibe.Malbatên Kurd bo dibistinê dikarin piştî 6 salîya zarokê xwe hinî zimanekî din bikin.Her wiha malbatên Kurd li şuna ku hînî zimanê Tirkî bikin û meselya dibistana Tirkî bifikirin divê ji bo destpêkirina perwerdeya bi zimanê Kurdî bikevin nava hewldanan.

Hema bêjin tu pêşengên BDP’yê di xebatên xwe yên rojane de zimanê Kurdî bi karnayinin. Hemû xebatên BDP’yê bi Tirkî ne.

Divê saziyên Kurd, şaredariyên Kurd û BDP û KCD xebatên xwe bi Kurdî bikin

Helbet di vê rewşê de berpirsyar dewleta Tirk elê tevgera Kurd û saziyên kurd jî di nava îxmalkariyeke mezin de ne. Gellek gavên pratîk hene ku saziyên Kurdan dikarin bo teşwîq kirina bikaranîna zimanê Kurdî û ji bo serdest bûna di jiyana rojane de bavêjin. Wekî mînak;

– Di serî de şaredariya Amedê 100 şaredariyên ku di destê Kurdan de ye hemû karên xwe bi duzimanî pêk bînin. Hemû afîş, poster, îlan, malper û reklamên xwe bi Kurdî û Tirkî bikin, dikarin ser hemû lewha, tabela, konteynir, wesayît û amûrên xwe de zimanê Kurdî jî bikarbînin.

– Divê hemû şaredariyên Kurdan bo zarokan kreşên Kurdî vekin.

– Divê hemû şaredarî, sazî û dezgehên Kurdan dikarin bo hemû xebatkarên xwe û bo malbatên wan xebatkaran qûsa zimanê Kurdî bidin.

– Divê pêşenegên sîyaseta Kurd hemû daxûyanî û xebatên xwe de zimanê kurdî bikarbînin û kesên ku Kurdî nizanin di dema herî kin de hînî Kurdî bibin û biaxfiin.

– Divê KCD bo zimanê Kurdî kampanyayek mayînde bide destpêkirin û divê her meh çalakiyên cûda pêk bînin.

– Divê kampanyaya axaftina zimanê Kurdî bê destpêkirin û ji bo teşwîq kirina axaftina bi zimanê Kurdî çalakî bên lidar xistin, gel bi afîş û reklaman bêne agahdar kirin û pêşengên sîyaseta Kurd jî di vî warî de bi daxûyaniyên xwe gel teşwîq bikin. Divê wekî xebatên hilbijartinan mal bi mal bê gerîn ji malbatan re girîngiya axaftina bi zimanê Kurdî bi zarokan re bê vegotin.

Bêguman gellek xal jî dikare bê rêz kirin lê şaredarî û saziyên Kurd tenê wan gavan jî bavêjin wê bo parastin û bikaranîna zimanê Kurdî di jiyana rojane de gellek pêşketin pêk be.

Îxmalkariya siyaseta Kurd a hember zimanê Kurdî nayê efû kirin

Raya giştî ya Kurd li bendê ye ku di serî şaredariyên Kurd, saziyên Kurd û KCD ji bo parastin û  teşwîq bkirina axaftina zimanê Kurdî di jiyana rojane de gavên pratîk bavêjin. Zimanê Kurdî bo kurdan meseleya man û nemaneyê û îxtmalkarî û xemsarîya di demeke wisa krîtîk de wê ji aliyên nifşên bê de wê tu carî neyê efû kirin û ev yek bibe xiyanetek mezin li hemberî doza Kurdistanê û Tevgera Azadiyê û dîroka Kurdistanê.

Mixabin hê jî rêbevirên BDP’yê ên wekî Aysel Tugluk, Emîne Ayna, Gultan Kişanak, Selahattîn Demîrtaş, Tuncer Bakirhan û gellek navên di xebatên hilbijartinê de û bi giştî têkîliyên xwe bi gel re ji xeynî silav danê zimanê Tirkî bikartînin. Her wiha di malperên BDP yê, rûpelên faceookê de, materyalên propagandayê a hilbijartinê de jî piranî zimanê Tirkî tê bikaranîn.

Rewşeke wisa derketiye holê ku êdî bi qasê dewleta Tirk, Kurd jî di mijara zimanê Kurd de sûcdar rin û di pêkhatina asîmîlayonê de berpirsyarin.

Şaredariya Amedê jî ku di bikaranîna zimanê Kurdî de pêşengiyê dikir di demên dawî de dev ji zimanê kurdî berdaye. Wekî mînak hemû afîşên îcraatê ya şaredariya Amedê ku di demên dawî de hatine daliqandin hemû bi Tirkî hatine amade kirin û mimkun bû ku her du ziman bi hevre hatibana nivîsandin.

Rêvebirên BDP ku diviya bû ku ji gel re bibin mînak û pêşeng ji bo xwedî derketina li zimanê Kurdî berovajî vê yekê dibin mînakên xirab.

Ger tevgera sîyasî ya Kurd û dezgeh û şaredariyên di destê Kurdan de delfetên heyî ji bo zimanê kurdî neynin wê zimanê Kurdî çawa zindî bimîne?

Şaredariyên Kurd girîngî nadin zimanê Kurdî

Şaredariyên Kurd ku bi avayekî mafdar gilî û gazincên xwe ji dewleta Tirk tînin di heman demê de jî alîkariya asîmîlasyonê dikin. Ji xeynî çend xebatên biçûk ên çend şaredariyan wekî şaredariya Amedê ji bo zimanê Kurdî xebatên berbiçav nayê kirin. Divê di vî mijarê de şaredariya mezin Amedê were pîroz kirin. Her çiqas kêm be jî di nav şaredariyên Kurd de şaredariya Amedê û çend şaredariyên din hewlên baş didin. Lê hejmara wan şaredariyan ji 10 ê kêmtir e.

Her ku diçe hêza înternetê zêde dibe lê bi taybetî şaredariyên kurd di warê înternetê de xebatên lawaz dimeşînin. Piraniya malperên şaredariyên Kurd him di warê teknîkî de xirab in û piraniya wan jî tenê bi zimanê Tirkî weşanê dikin. Ji nav şaredariyên Kurd tenê 8 şaredarî di malpera xwe de beşa zimanê kurdî vekirine..

HAWAR NET
REWANBÊJ
HEVI GROUP