Çima îcar Erdogan bi ser ket

Çima îcar Erdogan bi ser ket

Di warê navxweyî de şikesta hilbijartina 7’ê Hezîranê ji bo AKP’ê di astekê de bû ku çi nemabû hevsengiyê ji dest bide, tevî ku dawiya dawî hevsengî jî ji dest da û li şûna şerê bi DAIŞ’ê re hat û şerê PKK’ê geş kir, rastiya wî şerî û oparasyonên du mehên borî ji bo vê bû ku Erdogan ji civaka Tirkiyê re bêje, ’’ we di 7’ê Hezîranê de dengê xwe neda min, hûn mafdarin ji ber ku em gelek bi pirsgirêka Kurd û pêvajoya çareseriyê re mijûl bûn, lê niha bizanin ku ez ewqas jî dostê Kurdan nînim û Kurdan bi terorîst jî dizanim û êdî tiştek bi navê pirsgirêka Kurd tuneye.’’

Vê tezê di du mehên borî de wisa kir ku AKP’ê berhema wê bixwe û dorandinê bike serkeftin û Kurdan di bazineya dijmintiya serdema Ataturk de bihêla, lê take armanca ku têde bi ser neket, dûr xistina HDP’ê ji parlementoyê bû.

Di asta herêmî û navnetewî de jî bi taybet di warê aborî û çekdarî de piraniya welatên Ewrûpî û rojavayî û Amerîka jî di nav de, dixwestin rolê AKP’ê û Erdogan bi geşî û hîç nebe niha û bi awayekî demkurt jî bimîne.

Ew yekê weke karteke fişarê li hember Îran, Rûsiyê û Sûriyê û heta azmûnên Rojavayê Kurdistanê ku niha di bereya vê grûpê de cîh digre, bikar bînin. Bo vê mebestê jî bi şandina mesaj û civînên dîplomatîk û hatina şandên payebilind yên Elmanî û Amerîkî bo Tirkiyê, beriya hilbijartinan bû sedema guhertina biryara beşeke zêde ya raya giştî ya Tirkiyê û mayîna AKP’ê li ser kursiya desthilatê.

Tirkiyê niha çavkaniya baş a petrol, bazirgan û aboriya wan welatan e û şahdemara anîn û veguhestina petrola Sûriyê , Îraq û Kurdistanê bo lêvarên welatên Ewrûpî û Amerîkayê ye, normale ku her yek ji wan welatan naxwaze vê hevpeymaniya stratejîk a bi Tirkiyê ji dest bide û di herêmê de li bedîl û hevalên nû bigerin.

Bi taybet piştî beşdariya Rûsiyê di şerê Sûriyê de û desttêwerdana Îranê li Îraq, Sûriyê, Libnan û Yemenê bû sedem ew welat zêdetir hest bi metirsiya hegomoniya Rûsiyayê bikin û di siyaseta xwe ya li hember Tirkiyê de biçin û hîç nebe niha li pey alternatîvan ji bo Erdogan negerin.

Hilbijartina 1’ê Mijdarê ev rastî selimand ku Erdogan rastiya siyasî û civakiya Tirkiyê baş dixwîne û baş dizane civaka Tirkiyê çi dixwaze, ji ber vê jî mecbûr bû riya zehmet hilbjêre da dengên xwe pê zêde bike û darbeya giran jî li Tirkên nijadperestên li dora MHP’ê û hin Kurdan jî bixe.

Herwiha ron bû ku li ba AKP’ê û raya giştî ya Tirkiyê tiştek bi navê proseya aştiyê bi Kurdan re tuneye û desttêwerdana têza fikriya ’’Mistefa Kemal –Ataturk’’ ya yek milet, yek ziman û yek alê qebûl nakin.

Ya ku Erdogan kir şopandina siyaseteke demdirêj ji bo darêştina bingeheke xort û navendî ya Sultanîzmê di nav koşka xwe ya nû de bû, take rêgir û astengiya li hember wî jî guhertina qanûna bingehîn a Tirkiyê û guhertina sîstema parlementoyê bo serokatiyê ye da xewna xwe bibe serî, ku weke sultanekî nû yê Osmanî û geşkirina xelafeta îslamî heya sala 2023’ê ye.

Lê ji bo vê xewnê hewcedarî piraniya dengên parlementoyê ye, lê mehale partiyên din ku riya opozosyona parlemantê hilbijartine bi vê lîstoka Erdogan razî bin û riya wî vekirî bihêlin.

Bi wî awayî şerê nû li tu derê, ji xeynî parlementoyê nîne. Di demekê de ku krîz û zextên derdora Erdogan, weke zêxta Qendîlê û tevgera YPG û YPJ’ê li Rojava, çareseriya pirsa Kurd, zextên li ser Tirkiyê di piştgîriya DAIŞ’ê de û çûna nav hevpeymanetiya li dijî vê grûpê, zextên navxweyî û gendeliya navxwe ya aborî û îdarî, xirab bûna aboriya ku Erdogan şanazî pê dikir û zêde bûna neyarên Erdogan, weke Cimaeta Fethulah Gulen û veqetîna Ebdulah Gul û hevalên wî yên nêzîk ji wî, hebûna sê partiyên opozosyonê di parlementoyê de jî kêm nînin û rêgir û metirsiya li hember xewn û xeyalên wî ne.

 

Ji Soranî: Rewanbêj