Çima min wêneyê Alan weşand? | Peter Bouckaert


REFILE – CORRECTING BYLINEATTENTION EDITORS – VISUALS COVERAGE OF SCENES OF DEATH OR INJURYA young migrant, who drowned in a failed attempt to sail to the Greek island of Kos, lies on the shore in the Turkish coastal town of Bodrum, Turkey, September 2, 2015. At least 11 migrants believed to be Syrians drowned as two boats sank after leaving southwest Turkey for the Greek island of Kos, Turkey’s Dogan news agency reported on Wednesday. It said a boat carrying 16 Syrian migrants had sunk after leaving the Akyarlar area of the Bodrum peninsula, and seven people had died. Four people were rescued and the coastguard was continuing its search for five people still missing. Separately, a boat carrying six Syrians sank after leaving Akyarlar on the same route. Three children and one woman drowned and two people survived after reaching the shore in life jackets. REUTERS/Nilufer Demir/DHAATTENTION EDITORS – NO SALES. NO ARCHIVES. FOR EDITORIAL USE ONLY. NOT FOR SALE FOR MARKETING OR ADVERTISING CAMPAIGNS. THIS IMAGE HAS BEEN SUPPLIED BY A THIRD PARTY. IT IS DISTRIBUTED, EXACTLY AS RECEIVED BY REUTERS, AS A SERVICE TO CLIENTS. TURKEY OUT. NO COMMERCIAL OR EDITORIAL SALES IN TURKEY. TEMPLATE OUT
Beriya ku wî wêneyî tweet bikim, gelek fikirîm. Weke bûkeke biçûk bû, ku li ser rû ketibû ser lêvara deryay Tirkiyê. Yek ji 11 awareyên Sûrî ku hemû ji bo gehiştina Ewrûpayê, sûwarê belema qaçaxçiyan bibûn mirin.
Tişta ku zêdetir ez aciz kirim solên wî ne. solên biçûk ku dizanim dema dê û bavê wî cil li xwe dikirin da rêwîtya xwe ya bi xeter destpê bikin, bi eşqeke din kirine piyên zarokê xwe. Ji bo min yek ji demên xweş, lêkirina cilan li zarokan û sol li ber kirina zarokan li sibehane. Hemûcarê tiştekî bi şaşî li xwe dikin û em hemû bi vê re keyfê dikin. Nikarim nefikirim ku ew zarok, kurekî min nine ku li ser rûyê xwe li ser lêvara behrê ketiye.
Ez niha li Hungari ya yê me, sefera Suriyên aware tomar dikim: sefera ku niha jî cane ciwanên nû gihiştî destine. Gilî kirina dê û bavên wan ciwanan ku çima rê didin zarokên xwe rêwîtiyeke wisa bi xeter bigirine ber pir hêsane. Ji bo wî karî lazime bombebaran û DAÎŞ bi jiyana wan re çi dike ji bîra bikî.
Doh li ser sînorê Serbia û Hungari ya yê bi dirêjiya rojê min awareyên Sûrî dîtin ku tevî zarokên xwe bi piyan ji sînor derbaz dibûn. Wan dixwest ji rewşa bi tirs û felaketbara Sûriyê ku çend sale berdewame, birewin û xwe bigehînin ewrûpaya ewle. Ew dê û bav qehremanin û biryara wan jib o dabîn kirina jiyaneke bêhtir jib o zarokên wan cihê pesindayînê ye.
Di tevahiya rê de bi nexweşî û berbestan re rûbi rû ne. hinek qaçaxçî heta jibo pereyên ku distînin faktoran didin û cane kesên ku di wê riyê de difewitin jib o wan ne girînge. Ew bi wan rihan sûd û sewdayê dikin. Bêrehmiya wan tê fêm kirin, lê bê helwestiya serokên ewrûpayî…
Hemû Sûriyên ku ez bi wan re axivîm, di rêwîtiyê de bi mirinê re rûbirû bûne. Piraniya wan bi beleman hatine. Niha li Hungari yê riya xwe daxistî dibînin. Gelek ji wan li ser cadeyan radizên û dewleta Hungariyê tu hevkariyeke wan nake.
Niha Laptop a min tije trajedî ye. Elî Pentad, Kurdekî Sûriyê, piştî êrişa DAÎŞê bo ser Qamişloyê, tevî sê zarokên xwe reviya. Wî tiketa trena Munchenê heye, lê polis rê nadin ew heta biçe nav rawestgeha trenê. Ew ku tevî sê zarokên xwe sê şeve li ser cadeyan radizê, dibeje belkî baştir ba ku ez li Sûriyê mabam: ’’ Li Sûriyê carekî dimirî hertişt bidawî dibe. Li wir weke ku her roj hezar carî dimirim û zindî dibim’’.
Gelek kes dibêjin weşandina wî wêneyî di torên civakî yan rojnameyan de gelek dil êşkere, lê bi baweriya min yak u dil diêşîne, eve ku ew zarok her roj bi wî awayî dimirin, di halekê de ku jib o rêgirtina ji mirina wan mirov dikare gelek tiştan bike.
Biryareke hêsan nebû, lê min ew wêne weşand ji ber ku ew zarok biqasî zarokên min jib o min girîngin. Belkî eger serokên Ewrûpayî jî ev kar kiriban, dibû sedem ku hewlê bidin ew dîmenê bi tirs bi yekcarî ji nav bibin.
Peter Bouckaert, rêveberê beşa alîkariyên lezgîn yên Human Rights Watch û karnasê krîzên mirovî ye. Ew di gelek şerên mezin li Afrîqa, Efxanîstan û Felestîn û…hwd amade bûye û xwendina di warê hiqûqê de qedandiye.
Çavkaniya farsî: Radio Zamaneh