Civîna amadekariya Kongreya Netewî hate taloq kirin

Civîna amadekariya Kongreya Netewî hate taloq kirin

Civîna komîtye amadekar ya Kongreya Netewî ya Kurd ku biryar bû îro bê sazkirin, ji bo 1ê Tebaxê hat taloqkirin.

Endamê lijneya amadekariya ji bo civînê Xefûr Mexmûrî ji Rûdawê re wiha got: “Civîna amadekariyê ya ji bo 1ê tebaxê hat taloqkirin. Bêyî ku ti sedemek jêre bê diyarkirin.”

Xefûr Mexmûrî derbarê naveroka civîna îro ya hatî taloqkirin de wiha got: “Biryar bû îro roja lidarxistina kongreya netewî bê diyarkirin. Rojên 15-20ê Tebaxê hatibû diyarkirin.”

Du komîsyon ji bo amadekariyên lidarxistina kongreya netewî hatibûn dirûstkirin. Yek ji wan tenê ji bo dema kongreyê û ya din jî ji bo reşnivîsa kongreyê amade bikin bû. Li gor gotina Mexmûrî diviyabû îro endamên wê komîsyonê jî hatiban diyarkirin.

Pêncşema borî serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel komîteya amadekariya kongreya netewî ya kurd civiya. Li gor malpera serokatiya Herêma Kurdistanê, ew civîn bi armanca agehdarkirina serokê Herêma Kurdistanê ji bo qonaxa despêkê ya karê komîteya amadekar hatiye encamdayîn. Barzanî jî di civînê de daxwaz ji hemû aliyan kiriye ku wekî nûnerê netewî yê kurd kar bikin, ne wekî nûnerê partî û aliyên siyasî.

Beşdarvanên civînê li ser wê yekê hemfikir bûn pêwîste armanca hemû aliyan serxistina kongreyê be. Nabe ti aliyek rê bide ku astengiyan ji bo karabarên kongreyê dirûst bikin.

Jêder Rudaw