Civînên Komîteya Amadekar ji nûve destpê dikin

Civînên Komîteya Amadekar ji nûve destpê dikin

Biryare ku di destpêka heftiya bihê de civînên komîteya amdekar a Kongreya Neteweyîya Kurd dest pê bibin, lê heta niha cihê kombûnê nehatiye diyar kirin. Xefûr Mexmûrî der barê vê mijarê de diyar kir ku dê destpêka meha Mijdarê de civîn destpê bikin.

Civînên amadekariya Kongreya netewî ya Kurd di meha Tebaxê de destpêkiribûn û vê yekê jî di nava raya giştî ya cîhanê de deng vedabû. Beriya Kongreyê civînên komîteya amadekar hatibûn kirin û biryar hatibû dayîn ku piştî hilbijartinên herêma Kurdistanê kongre bê lidarxistin. Endamê komîteya amadekar a kongreya netewiya Kurd Xefûr Mexmûrî  di der barê vê mijarê  de ji PNA re got:´´Piştî nêzîkî heyvek ji rawestana kombûnên komîteya amadekar bo sazdana kongreya neteweyîya kurd, destpêka heftiya bihê kombûn dest pê dibin û di kombûna pêş de hokarên paşkevtina ewan kombûnan û dawî pêngavên amadekarîya evê kongreyê dê bihên baskirin û guftpgo li ser bihê kirin.´´

Mexmûrî herwisa got:´´ heta niha cihê sazdana evê kombûnê nehatiye diyarkirin û nahê zanîn kîjan rojê bi diyarkirî ev kombûn dihêt encamdan, ewqas hatiye zanîn ku destpêka hefteya bihê kombûn bihê sazkirin.

Jêder PNA