Cundiyanî: Dil û hestên me li gel Rojava ye

Cundiyanî: Dil û hestên me li gel Rojava ye

Berdevkê Polîtburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Azad Cundiyanî, der barê êrîşên komên çete yên El Qaîde yên Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku ev hêj di çarçoveya bernameya siyasetek mezintir êrişê Rojava dikin. Cundiyanî her wiha  bo Kurdên Rojava jî got: Dil û hestên me ligel we ye.

Azad Cundiyanî di hevdîtineke de li gel televizyona Gelê Kurdistanê de ragehand ku komên terorîst ên li Sûriyê, ne tenê êrişî Rojavayê Kurdistanê dikin, dibe ku di demên pêş de êrişî Herêma Kurdistanê jî bikin.

Her wiha Cundiyanî rexneyên tund li komkara Ereb û kongreya Îslamî û rêxistinên mafê mirovan kir, ji ber ku ew heta niha li hember êrişên ser Rojavayê Kurdistanê bê dengin. Cundiyanî rexne li nûnertiyên diplomasî yên hikûmeta herêma Kurdistanê û nûnertiyên YNK`ê yên li derve kir ku heta niha wan tu tevgereke diplomasî bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê pêk neanîne.

Berdevkê Polîboriya YNK`ê di hevdîtina xwe de gelek mijarên bi rojavayê Kurdistanê ve girêdayî nirxand. Cundiyanî girtina deriyê sînorê Sêmêlka rexnekir û diyar kir ku pêwîste ev derî bihête vekirin.

Cundiyanê mijara kongra netewî jî nirxand û diyar kir ku lidarketina kongra netewî dê ji bo her Kurdekî li hemû deverên cîhanê û bi teybet ji bo Rojavayê Kurdistanê erênî be. Ji ber ku ew niha ev parçeya Kurdistanê di demek herstiyar de ye.