Dadgeha Bilind 10 sal cezayê Leyla Zana betal kir

Dadgeha Bilind, 10 sal cezayê girtîgehê yê Parlamentera Serbixwe ya Diyarbekirê Leyla Zana ku 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê ji ber 9 axaftinên wê yên cur bi cur lê birîbû, betal kir.
5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Diyarbekirê ji ber 9 axaftinên wê yên cur bi cur û di demên cuda de bi hinceta ’tevgerên bersûc bi tevahî digihiye endamtiya PKKê’ derbarê Parlamentera Serbixwe ya Diyarbekirê Leyla Zana de 10 sal cezaya hepsê dabû. Dadgeha Bilind ev ceza betal kir.
Dadgeha Bilind biryara betalkirinê bi yekdengî qebûl kir û di hinceta biryarê de got: ’Ji carekê zêdetir sûcê propagandakirina rêxistina çekdarî hatiye kirin, lê nikarin ji ber vê yekê biryara ji ber sûcê endamtiya diyar a rexistina terorê hikmê mehkûmiyetê bidin, di nirxandina delîlan de xeletî hatiye kirin.’
9’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind ji ber ’parastina kêm a bersûc’ biryara ku 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê di 4’ê kanûna pêşîn ya 2008’an de ji ber sûcê ’endamtiya rêxistina terorê’ dabû, betal kir. Li ser vê yekê dozê ji nû ve dest pê kir û Dadgeha Bilind cezayê Leyla Zana ku bi hinceta ’tevgerên bersûcê bi tevahî digihe endamtiya PKKê’ jî betal kir û dosyeya dozê şand 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê.
Li gor AA’yê, di hincetnameya Dadgeha Bilind de tê bibîrxistin ku bersûc Leyla Zana di hilbijartinên giştî yên gera 24’emîn de ku di 12ê Hezîrana 2011’an de hatin kirin bû parlamenter û wiha tê gotin: ’Li gor çarçoveya dosyayê beriya hilbijartinan dest bi lêpirsîna sûcê ku dixin sitûyê bersûc û wê kirine, ev sûc yek ji wan sûcên ku di madeya 83/2’emîn ya Destûra Komara Tirkiyê de hatiye îşaretkirin û di madeya 14/2’emîn de hatiye nîşankirin û di çarçoveya sûcên xerab bikaranîna maf û azadiyên bingehîn de ye. Ev sûc derveyî qedexeya destlênedanê ye û ji bo darizandin û lêkolîna temyîzê ya ve sûcî tu astengî tuneye.’
bas