Dandgeha Awropayê der barê Ocalan de biryar da

Dandgeha Awropayê der barê Ocalan de biryar da

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) serlêdana parêzerên Rêberê PKK Abdullah Ocalan nirxand û biryara xwe aşkera kir. Dadgehê biryar da ku cezayê bêdawî (muebbet) ê li Ocalan hatiye birîn li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye û Tirkiye mehkûm kir.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, serlêdana parêzerên Rêberê PKK Abdullah Ocalan a li ser mijarên mercên tecrîdê, daneyên li ser jehrîkriina Ocalan a encama lêkolîna porê Ocalan sala 2007’an, bêedaletiya cezayê bêdawî, astengkirina hevdîtinên bi malbat û parêzeran re de nirxand û biryara xwe îro bi daxuyaniyeke nivîskî aşkera kir.

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) di serlêdana Rêberê PKK Abdullah Ocalan ya der barê ku Tirkiyeyê xalên 2. 3. û 8’emîn yên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpêkirine, Tirkiye mahkum kir.

DMME’ê di biryara ku daye de, îtîraza Ocalan ya ’îhtîmala neberdana Ocalan a dê rojekê serbest bê berdan li dijî peyaman mafê mirovane’ mafdar dît û diyar kir ku Tirkiyeyê 8’emîn xala DMME’ê ya ku bi tu awayî  derfetê nade berdanê û pêkanên xerab qedexe dike, binpê kiriye.

DMME’ê destnîşan kir ku girtine muebetê tê wateya tecrîdeke sosyal ya muebetê. DMME’ê Ocalan mafdar dît û  Tirkiye di warê binpêkirina xala 3’emîn a PMME’ê de sûcdar dît.

Der barê darizandina Ocalan û şert û mercên girtîgeha Îmraliyê de

DMME’ê destnîşan kirin ku cezayê muebetê tê wetaya tecrîda sosyal û da zanîn ku ev li dijî 8’emîn xala PMME’yê e û Ocalan mafdar hat dîtin. DMME’ê xala ku dîsa Ocalan têde mafdar dît, 3’emîn xala PMME’ê ya ku pêkanînên xerab qedexe kiribû û Tirkiye di vir jî mahkum kir.

DMME’ê Tirkiye 25 hezar sterlînê îngîlîz mahkum kir.