Daraya G20 pêşniyarî Emerîkayê kir jibo bilez rewşa bûdçê çareserbike

Daraya G20 pêşniyarî Emerîkayê kir jibo bilez rewşa bûdçê çareserbike

Wezîrên darayî û serokên bankên G20-an di hevdîtina Waşingtonê de pêşniyarî desthilata Emerîkayê kirin jibo tedabîrên bilez bistîne da ku rewşa girêdayî bi bûdçê ve çareserbike û sînor ji zêdebûna deynên dewletê re deyne. Wek wezîrê darayî yê Rûsyayê Anton Sîlûanov di konfêransekî rojnamevanî de ragihand, ku rewşa welatên din û ji nav wan Rûsya jî, bi bilindbûna banê deynên Emerîkayê ve girêdayî ye. Wî bibîranî, ku heta 45% ji yedekên Rûsyayê di diravên emerîkî de hatine razandin. Li Emerîkayê, jiber tunebûna bûdçê, êdî 11 rojên, ku beşek ji wezaret û sazûmên dewletê kar nakin û bi 100 hezaran fermanber jibo îcaza belaş hatine şandin. Tiştê, ku rewşê girantir dike ew e, ku 17 Cotmehê welat dikare rastî dêfoltê bibe. Emerîka êdî ji zûde gîhaya banê deynê dewletê li ser asta 16,7 tralyon dolarî û nikare deynên din bike. Rêberîatiya Barak Obama û gelek eksperên serbixwe agahdardikin, ku ev yek xeterek cedi ne tenê jibo aborya emerîkî, lê ya cîhanê jî pêktîne.
Hemû bixwîne.