Davûtoglu: Hêzên neyar ên PYDê ji Tirkiyê alîkariyê dixwazin

Davûtoglu: Hêzên neyar ên PYDê ji Tirkiyê alîkariyê dixwazin

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ehmed Davûtoglu diyar kir ku PYDê nûnertiya hemû kurdên Sûriyê nake û wiha got: “Ji ber ku hinek hêz ji ber fişarên PYDê ji Tirkiyê alîkariyê dixwazin.” Davûtoglu her wiha ragihand, hêviya Tirkiyê ew e ku PYDê xwe rêjîma Sûriyê dûr bike û heta Parlamentoya Sûriyê ava nebe ti statûyek “de facto” (xweserî) li Rojavayê Kurdistanê ranegihîne.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ehmed Davûtoglu beşdarî bernameya “Enîne Boyuna” ya televîzyona TRT1 bû û bersiva pirsan da.

Ehmed Davûtoglu behsa pakêta demokrasiyê ya ku 30ê îlona îsal ji aliyê Serokwezîr Erdogan ve hat ragihandin, kir û diyar kir ku diviya gavên ku di pakêtê de hatine ziman, zûtir hatiban avêtin lê mixabin gavên han wê çaxê wek gef li dijî Tirkiyê dihatin dîtin.

Davûtoglu eşkere kir ku lê piştî eşkerekirina pakêtê hat dîtin ku ew tiştên ku di pakêtê de hatine gotin ne tenê li dijî Tirkiyê gef nînin lê dibin sedema bilindbûna prestîja Tirkiyê jî.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê derbarê “Pêvajoya Aştî û Çareseriyê” de jî axivî û diyar kir ku pêvajo nivî bûye û kîjan alî paşde vegere dê zirarê bibîne û derbide.

Ehmed Davûtoglu bêyî ku navan bîne ziman, bersiva gef û tehdîdên vê dawiyê yên PKKê û Ocalan jî da û ragihand, hinek wisa hizir dikin ku dikarin bi gef û tehdîdan hinek tiştan bistînin lê hikûmet bi sebr û bi awayekî aqilane pêvajoyê dimeşîne.

Davûtoglu derheqê çalakî û rewşa PYDê li Sûriyê jî nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku Tirkiye ne li Iraqê û ne jî li Sûriyê li dijî mafên kurdan nîne û wiha got: “Lê PYDê xwe nûnerê hemû kurdan dibîne. Lê li gorî me wisa nîne, PYDê nûnerê hemû kurdan nîne. Ji ber ku hinek grub ji fişarên PYDê aciz in û ji me alîkariyê dixwazin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê her wiha anî ziman ku Tirkiyê dixwaze PYDê tevlî opozîsyona Sûriyê bibe û wiha axivî: “Hêviya Tirkiyê ji PYDê ew e ku têkiliyên xwe bi rêjîma Sûriyê re qut bike, tevlî Hevpeymaniya Niştmanî ya Sûriyê bibe û heta Parlamentoya Sûriyê neyê avakirin, statûyek de facto ranegehîne.”

Ehmed Davûtolu her wiha diyar kir ku Tirkiye qet alîkariyê nade komên çekdar ên nêzîkî El Qaîdê û ragihand, bo ku komên han nekarin li Sûriyê bimînin divê kirîza Sûriyê di demek kurt de were çareserkirin.

rudaw