Daxuyaniya KCK’ê libarê dîmenên Ocalan

Daxuyaniya KCK’ê libarê dîmenên Ocalan

Hevserokatiya desteya rêveber a KCK’ê têkildarî dîmenên rêberê PKK`ê Abdulah Ocalan de ya ku hatine montajkirin û weşandin wekî ’kampanyaya dezenformasyonê’ binav kir.

Piştî dîmenên ji aliyê Partiya Karkeran (ÎP) ve hatin weşandin hevserokatiya desteya rêveber a KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de KCK’ê ên dîmen weşandine wekî ’provokator’ binav kir.

Daxuyanî KCK`ê wiha berdewam kir: “Di rastiya xwe de komploya navneteweyî ji bo bê îtibarkirin û bê bandorkirina Rêber Apo pêk hat. Lê belê Rêber Apo, Tevgera Azadiya Kurd û gelê kurd têkoşîna xwe xurt kir û armanca komplogeran vala derxistin.”

Di daxuyaniyê de KCK’ê diyar kir ku, Ocalan ne tenê li Bakûrê Kurdistanê, li tevahiya Kurdistanê rêberekî Kurd yê herî bi bandor û bi îtîbare.

KCK’ê anî ziman û got: “Bê gûman hemû hêzên emperyal ên li herêmê ku naxwazin pirsgirêka gelê Kurd bê çareser kirin, xizmeta hêzên serdest dikin. Ji bo ku ev rewş der bikeve holê her tim rêber Apo ji gelên Rojhilata Navîn re dibêje ’Werin em vê leyîstokê bi hev re vale der bêxin.’

KCK got: “Di her firsendê de me ji hêzên dewleta Tirkiyeyê re got ’Werin em hem kurdan û hem jî tirkan ji vê rewşa ku zirarê dibînin xilas bikin.”

KCK`ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de aşkira kir û got: “Îro jî hem ji Îmraliyê û hem jî ji derve re em heman bangawaziyê ji hikûmeta AKP’ê û hêzên dewletê re dikin. Lê belê guh nadin van bangawaziyên me, hem AKP û hem jî dewleta tirk vê yekê weke lewaziyê dinirxine.”

Li dawiya daxuyaniya xwe de KCK bang kir û got: “Di demek ku çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê di rojevê deye provokasyonên bivî rengî bêgûman ev êrîş li hemberî têkoşîna azadî, demokrasiyê ya gelê me dijminahiyeke. Divê em li hemberî van êrişên faşîzane çareserî û demokratîkbûnê pêk bînin û lîstîkên hêzên Navneteweyî yên Rojhilata Navîn têkbibin û gelan ji van şeran rizgar bikin.”

Jêder: ANF