Daxwaz ji Malikî dike êrişî Hewlêrê bike

Daxwaz ji Malikî dike êrişî Hewlêrê bike

Li beramber hinardekirina nefta herêma Kurdistanê bo Tirkiyê, hevpeymaniya niştimanî daxwazê ji fermandeyê hêzên çekdarî yê Êraqê Nurî Malikî dike weku Enbarê artêşê bişîne Hewlêrê.

Di vê derbarê de endamê encûmena nûneran a Êraqê Kazim Seyadî li lîsta hevpeymaniya niştimanî daxwazê ji Nurî Malikî kiriye ku êrişî Hewlêrê bike û desthilata artêşê li wir bixe ger taku kontrola sînorên Êraqê li gel Tirkiyê bike.

Seyadî ji Xendanê re ragihand: Desthilatdarên Herêma Kurdistanê neftê hinardeyî ew aliyê sînor dikin. Belge li ber destê min heye ku Herêma Kurdistanê dahata wê ji xwere dibin.

Seyadî daxwaz kir û got: Malikî hêzekî serbazî bi piştevaniya balafirên şer bişîne nava Hewlêrê û aramî û istiqrarê bo sînorên Êraq – Tirkiyê vegerîne, wekî ku li parêzgeha Enbarê hate kirin.

Seyadî ew jî ragihand ku: Her kes û aliyek zêdegaviyan bike bi zora artêşê emê rêkê vekin. Dahata Herêma Kurdistanê mulkê Kurd bi tenê nîne , belku mulkê hemû gelên Êraqê ye.