Dazanîneka berfireh ji Kakşar Oremar di derbarê herêma Urmiyê de

Nivîskarê Kurd Kakşar Oremar vê carê bi gelik xal û aliyên hurehur û berfireh ve Rojhilatê Kurdistan û di nav Rojhilatê Kurdistan de navçeya Urmiyê bo xwendevanan darêşt. Bi lêkolîneka kur û bi xalên balkêş û giring nivîskarê Kurd gelik aliyên ku bi berfirehî nayêne zanîn di derbarê herêmê de me ronahî dike. Berî hertiştî hebûna şûn war û erda herêmê, paşê rewşa çand û kevneşopî, navçe, gund û deverên serbi Urmiyê ve, rewşa civakî, rewşa siyasî, rewşa tevger û hêzên Kurdî, peywendiya herêmê li gel parçeyên dîtir yên Kurdistanê û hîna gelek xalên dîtir yên giring ji bo xwendevanan rave dike û zelal dike. Ev berheva giranbûha ku nivîskarê Kurd bo xwendevanan amade kirî em bo we diweşînin.