Demîrtaş: Divê hikumet heta 15’ê Cotmehê gavan bavêje

Demîrtaş: Divê hikumet heta 15’ê Cotmehê gavan bavêje

Hevserokê BDP Selahaddîn Demirtaş diyar kir ku divê hikumet heta 1’ê Îlonê amadekariyên xwe bidawî bike û heta 15’ê Cotmehê jî gavên pratîk bavêj.

Hevserokê BDP Selahaddîn Demirtaş li Amedê çû serdana parlamenter û siyasetmedarên girtî yên li zîndanên tîpa E û D yê. Selahaddîn Demirtaş der barê rojevê de nirxandin kirin û got ku hevdîtinên aşitiyê di qonaxa duwem de ne. Demirtaş got, divê hikumet pêngavên demokratîkbûnê û guhertinên yasayî heta 1’ê îlonê bi dawî bike û heta 15’ê Cotmehê jî gavên pratîkî bavêje. Demirtaş da zanîn ku ev daxwaza wan di hevdîtinên di nevbera aliyan de jî hatine gotubêjkirin.

Demirtaş diyar kir ku ya giring ewe ku êdî mirin nînin. Şikur êdî mirov ji ber pevçûnan nayên kuştin. Ya giring qonaxa aşitiyê ye. Eve jî bo hikumetê firsende ku gavan bavêje. Demirtaş got ew dixwazin di hevdîtina piştî cejnê yê Îmraliyê de li gel Ocalan wêneyekê bigrin û wê wêneyê bînin di ragehandinê jî belav bikin.

Demirtaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ku girtiyên siyasî jî piştgiriya vê qonaxê dikin. Demirtaş waha got: ’Hevalên me yên di girtîgehan de jî bi baldarî nêzîkê qonaxê bûn. Eve 4 salin bi neheqî di zîndanan de ne. Di bin fişar û zilmê de jî piştgiriya qonaxê dikin. Siyasetmedarên Kurd mîmarê giring yê vê qonaxêne.

Rewanbej.net