Demirtaş: Em hêviya bersiva dewletê ne

Demirtaş:  Em hêviya bersiva dewletê ne

Piştî ku di nava hefteyê de digel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hevdîtin pêkanîn hevserokê BDP’ê Selehedîn Demîrtaş diyar kir Ocalan sê pêşniya kirine û divê ev pêşniya pêk bihên. Demîrtaş got me ev pêşniyarên Ocalan gehandin hikûmetê, divê hikumet encamekê bide, emê jî vê yekê bişopînin.

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş der barê berferehiya hevdîtina xwe ya li gel Ocalan ji rojnameya Ozgur Gundemê re axivî. Demîrtaş got ku eve nêzîkî salekêye hevdîtinên digel Îmraliyê berdewam dikin û eve pêvajoya diyalogê bû. Ji ber vê Ocalan dixwaze pêvajo ji niha û pê ve di formata muzakereyan de berdewam bike. Demirtaş got ev pêşniyara Ocalan gehaye destê berpirsên hikûmetê.

Demîrtaş daxuyand ku Ocalan ji bo rêveçûna muzakereyan bi 3 sernavan pêşniyarên xwe pêşkêş kiriye û hersê pêşniyar jî weha rêz kir: Ya yekemîn; ji bo bi dawî kirina tundiya li nava dewlet û civakê de û derfet ji her kes û saziyan re bê naskirin û guhertineke qanûnî bê kirin. Ya duyemîn jî; lingê wê yê siyaseta demokratîk e. Ji bo vê yekê 8 komîsyon pêşniyar kiribû. Ev 8 komîsyonên asta jêrîn, dikarin di bin 8 sernavan de bixebitin, ji destûra bingehîn heta qanûnan, ji mijara ewlekariyê heta hawirdorê, mafên jinan, mijarên civakî nîqaşan bikin. Mijara sêyemîn jî Komîsyona Şopandin û Lêkolînkirina Heqîqetan. Di vê mijarê de pêwîstî bi komîsyonekê heye ku di navbera aliyên muzakereyê de rola hakemtiyê bileyze, eger pêwîst bike karibe dest li pirsgirêkên derkevin holê were, bi aliyan re hevdîtinan bike, pêşniyaran pêşkêşî wan bike, wan kontrol bike. Ev komîsyon dikare ji mirovên durust û ji dil ên dixwazin feydê li pêvajoyê bikin, pêk were. Divê ne bi partiyekê yan aliyekî ve girêdayî be. Ev yek dikare bibe çavekî sêyemîn, dikare pêvajoyê bişopîne û dema xetimî, pêşî li rêveçûna pêvajoyê veke.’

Di berdewama axaftina xwe de Demîrtaş diyar kir ku heger di çarçoveya pêşniyara Ocalan de qanûn bihata derxistin û vekişîn bi vê qanûnê bihata kirin, hingî vekişîna gerîla dikarîbû heta 1’ê Hezîranê temam bibûya. Demirtaş got ku lê hikûmetê ev pêşniyar li ber çavan negirtiye û qanûn dernexistiye. Di ser de jî lez daye çêkirina qereqolan, bendavan û di ziman  û daxuyaniyên xwe de jî ti guhertin pêk neaniye. Hikûmetê ev firsend ji dest revand.

Di dawiya axaftina xwe de Demîrtaş got: ’Birêz Ocalan rewşa agirbestê girîng dibîne. Weke helwesteke rast dibîne. Ji ber ku ev yek nîşaneya, firsenda ji bo çareseriyê ye. Nîşaneya daxwaza KCK’ê ya ji bo çareseriyê ye. Di wê baweriyê de ye ku divê ev dewam bike.’