Demîrtaş: Helwesta AKP’ê pêvajoyê dawî dike

Demîrtaş: Helwesta AKP’ê pêvajoyê dawî dike

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş li Amedê civînek çapemeniyê saz kir û der barê pakêta demokratîkbûnê ya AKP’ê de axivî. Demîrtaş serokwezîrê Tîrk Erdogan rexne kir û got: ”Ma em bi qiast ji diya xwe bûne ku tu mafên me bi qistan didî.”

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş li avahiya rêxistina BDP’ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî û der barê pakêta demokratîkbûnê de axivî. Demîrtaş got: “Rojeva me ya yekem demokratîk kirina Tirkiyê ye. Min divêt der barê pêvajoya çareseriyê de bi axivim. Hikûmetê di destpêka pêvajoyê de digot eve pêvajoyeke aştî û diyalogê ye. Lê dema Erdogan ev pakêt jî aşkira kir, diyar bû ku li holê çi pêvajo nemaye. AKP bi xwe heyet şandiye li Îmraliyê hevdîtinan pêk tîne. Ma bê destûra AKP’ê mumkun e, heyetek karibe biçe Îmraliyê û hevdîtinan pêk tîne. AKP heyetê dişîne li Îmraliyê hevdîtinan pêk tîne, dûre radixe tirsonekî û du-rûtî dike û hevdîtinan înkar dike.”

Demîrtaş weha pêde çû: ”Ka em xwediyê vî welatî bûn? Çima zarokên kurd biçin dibistanên taybet ên parlementerên AKP’ê? Ev siyaseta qirkirina çandî ye. Çima wê tenê zarokên kurd li dibistanên parlementerên AKP’ê perwerdeya bi zimanê xwe bibînin? Ka em hemû xwediyê vî welatî bûn? Ka em wekhev bûn? Li ku ma wekheviya we?” AKP pakêt li gorî xwe amade kiriye. Ne nêrîna me û ne jî nêrîna Ocalan girtiye. Jixwe Erdogan bi xwe jî dibêje, wan bi xwe amade kiriye.”

Demîrtaş der barê hilweşandina goristanên gerîlayên Kurd de jî ne razîbûna xwe nîşan da û ev yek weke bêrêziyê qelam da. Demîrtaş got: “Îro rabûne berê xwe dane goristan û şehîdgehên Kurdan. Ma Kurd wê ji bo goristan û şehîdgehan, ji we destûr bigirin. Helbet wê kurd rabin ji bo zarokên xwe goran û şehîdgehan ava bikin.”

Demîrtaş balkêşa ser daxuyaniyên Mehmet Metînerê parlementerê AKP’yî ku gotibû malên cem  bûne malên terorê û xwest AKP vê helwestê binirxîne. Demîrtaş daxuyand ku hukumeta AKP’ şerxwaze û got: “Meclîs hêşta nû vebû. Destûrek bo destkariya Suriyê ya şer derxist û ya din jî, ya ji bo têperandina sînorên Îraqê dê roja pêncşemê derbixe. Ji xwe ew dê ji çiyan dakevin. Ji ber çû tu desturê dixwazî? Demirtaş ji dayikên leşkeran jî xwest ku şerxwaziya AKP’ê bibînin.

Demîrtaş da zanîn ku wan dest bi xebata hilbijartinan kiriye û we dê li Tirkiyê bi navê HDP û li Kurdistanê jî bi navê BDP’ê tevlî hilbijartinan bibin.

Her weha medya Tirkiyê îdîa kiribû ku Demîrtaş dest ji hebserokiyê kêşandiye jî derewand û got: “Ev agehî ne rastin. Lê ev der ne cihê bavê meye ku em heta dumahîkê li ser vê wezîfê bin. Wext bîhêt emê cihê xwe ji hevalên xwe re bihêlin. Hingî emê di partiyê de xebata xwe berdewam bikin.’