Demîrtaş: Her wekî Hewlêrê, Amed jî mala Barzanî ye

Demîrtaş: Her wekî Hewlêrê, Amed jî mala Barzanî ye

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş  li Parlamenta Ewropayê de civînek çapemeniyê pêkanî û li ser pirsekê der barê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Amedê jî axivî û got ku Amed jî weke Hewlêrê Mala Barzanî ye. Her weha Demirtaş bang li Yekîtiya ya Ewropayê kir ku PKK ji lîsta terorê derbixin.

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş piştî konferansa 13’ê Mijdarê ya li Meclîsa Fransayê ya bi mijara pirsgirêka Kurd de li Parlamenta Ewropayê civîneke çapemeniyê lidar xist û bersiva pirsên rojnemavanan da.

Hevserokê BDP-ê Selahattin Demirtaş der barê rojeva dawî ya serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo Amedê jî ragehand ku Amed jî wekî Hewlêrê mala Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ye û got: ’’Bi baweriya min Barzanî hewqasî xwidan tecrûbe ye ku di warê berjewendiyên giştî yên Kurdan de prîmê nade plana AKP-ê ya ji bo hilbijartinan.’’

Selahattin Demirtaş rexne li plan û nêta AKP-ê girt ku vê serdanê ji bo xwe û hilbijartinan bi kar tîne û got: ’’Amed bi qasî Hewlêrê mala Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ye. Ew bi xwe siyasetmedarekî hewqasê xwidan tecrûbe ye ku prîmê nade hemleya AKP-ê ya ji bo hilbijartinên mehelî û dê li berjewendiyên giştî yên Kurdan miqate be. Em ji Xwedê hêvî dikin ku ew li helwêsta Kurdan ya giştî û berjewendiyên prosesa çareseriyê miqate be.”

Her weha Demirtaş got: ”Peyamên ku ew di serdana xwe ya li Amedê de bide divê xizmeta yekîtiya Kurdan û xizmeta lêgeriyanên prosesa çareseriyê bike. Hêviya me di vî warî de ye. Her gaveka li derveyî vê dê bibe berdewamiya siyaseta AKP-ê ya lihevdusorkirina Kurdan.’’

Demîrtaş der barê hevdîtinên navbera rêberê PKK Abdullah Ocalan û dewleta Tirk de got, “Divê hikûmet êdî li Tirkiyê ji bo demokratîkbûyîn û di mijara demokrasiya mayînde de gavên wêrektir biavêje.”

Demîrtaş ragihand ku pêvajoya beşdariya Tirkiyê li Yekitiya Ewropayê û pêvajoya çareseriyê ji hev “nakok” nînin û got, “Ev her du pêvajo, pêvajoyên destekê didin hev, hev du xwedî dikin e.”

Demîrtaş diyar kir ku girîng e li Tirkiyê agirbest dewam dike û axaftina xwe wiha dewam kir: “Bi dîtina me, divê ev rewş teqez bê parastin. Divê Yekitî û Parlamenta Ewropa, ji bo naskirina mafên Kurdan li Tirkiyê, gavên hîn wêrektir û polîtîkayên cesaretê bide, biafirîne. Divê hikûmet jî di vî warî de hîn bêtir bê teşwîqkirin. Li gorî me Parlamenta Ewropa û saziyên wê di vê mijarê de qels mane.”

Hevserokê BDP’ê ji Yekitiya Ewropayê xwest navê PKK’ê ji lîsteya xwe ya “rêxistinên terorîst’ derxîne û got, “Yektiya Ewropa divê bi misogerî ’lîsteya xwe ya rêxistinên terorîst’ di ber çavan re derbas bike. Ragirtina rêxistineke ku soza danîna çekan daye di vê lîsteyê, alîkariya neda pêvajoya li Tirkiyê, berevajî zerarê dide. Ev rewş li pêşiya mayîndebûyîna aştiyê astengiyeke.”

Demîrtaş diyar kir ku ji bo muzakere bi rêve biçe divê şert û mercên tecrîdê yên Ocalan lê tê ragirtin teqez ji holê bên rakirin û derfet jê re bê dayîn ku bi cîhana derve re têkiliyê deyne.

Demîrtaş ragihand ku rêya aştî û aramiya Rojhilata Navîn di çareserkirina pirsgirêka Kurd re derbas dibe û got, “Luksa ti kesî nîne ku ji lêgerîna aştiyê vegere. Lê mayîndekirina aştiyê bi edaletê dibe. Em jî ji bo edalet û demokrasiyê, çi ji destê me tê dikin.”