Demîrtaş: Yekîtiya Kurdan pêngavek dîrokî ye

Demîrtaş: Yekîtiya Kurdan pêngavek dîrokî ye

 

Hevserokê BDP’ê Selahaddîn Demîrtaş li Amedê bi rojnamevanan re hate cem hev û der barê qonaxa aşitiyê, rewşa Rojavayê Kurdistanê û civîna dawî ya konferansa netewî de daxuyaniyên giring dan. Demîrtaş got di dîrokê de tu caran Kurdan nekariye yekitiya xwe ava bikin. Lê dê cara yekemîn Kurd bi kongreya neteweyî ya di Hewlêrê de bibin yek. Demîrtaş, da zanîn ev kongre dê bi xwe re pêşeroja Kurdan jî diyar bike.

Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP’ê Selahaddîn Demîrtaş, derbarê pêşveçûnên dawî yên siyasî, amadekariya Kongreya Neteweyî ya Hewlêrê, pêşveçûnên li Rojava û pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê de li Amedê bi rojnamevanan re axivî.

Hewldanên Birêz Barzanî yên yekitiyê pir erênî ne

Demîrtaş, hewldanên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya derbarê avakirina yekitiya partiyên li Rojava de erênî nirxand û wiha got: “Li Rojava di navbera partiyên Kurd de pirsgirêkên evqas mezin tune ne. Hin pirsgirêkên biçûk hene, em hêvî dikin ev pirsgirêk jî dê di Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ya Hewlêrê de çareser bibin. Kurd dê di vê kongreyê de ji hemû cîhanê re aşkera bikin ka li kîjan parçeyê dixwazin bi statûyeke çawa bijîn.”

Selahaddîn Demîrtaş, bal kişand di dîroka Kurd û Kurdistanê tu caran Kurdan nekariye yekitiya xwe ava bikin ji ber vê yekê jî tim têk çûne û wiha axivî: “Kurdan di dîroka xwe de tu caran bi awayeke siyasî nekarîne yekitiya xwe ava bikin. Ji ber vê yekê jî tim têk çûne, wenda kirine. Ji ber vê yekê hem Kurdan êşên mezin kişandine û hem jî welatên serdest pirsgirêk jiyane. Niha li Rojhilata Navîn 40 milyon Kurd dijîn û cara yekemîn e Kurd dê bi kongreyeke neteweyî yekitiya xwe ava bikin. Ev yek dê hem çareserkirina pirsgirêka Kurd hêsan bike û hem jî pêşiya demokratîkbûna welatên serdest ên li ser Kurdan veke.”

BDP di navbera PYD û hikûmeta Tirkiyeyê de navbeynkarî dike

Demîrtaş, li ser pêşveçûnên li Rojavayê Kurdistanê jî êrîşa komên girêdayî El Qaîde yên weke El Nusra jî şermezar kir û got: “El Nusra, El Qaîde li Rojava êrîşê gundên Kurdan dike. Bi sedan Kurd dîl girtine û wan di eniya şer de weke mertal bi kar tînin. Em li vir careke din dibêjin bila Tirkiye ferqûmêliyê, cûdatiyê nexe navbera komên li Rojava. Pêwîst e Tirkiye ji cînarbûna Kurdan û xelkên bi hezaran sal in li ser wê erdnîgariyê dijîn netirse.” Demîrtaş, destnîşan kir wan piştî van êrîşan bi Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu re hevdîtin pêk aniye û wan xwestiye hikûmet dev ji piştgriya El Nusra û komên din berde.

Demîrtaş, li ser pirsa Rûdawê “Gelo hûn di navbera PYD û hikûmeta Tirkiyeyê de navbeynkarî dikin an na?” bersiveke wiha da: “Helbet em dikin. Em bi Birêz Ahmet Davutoglu re aixivîn. Li Hewlêrê jî em bi Birêz Salih Muslim re axivîn. Lê em dixwazin Tirkiye êdî hewcedarî bi navbeynkrana nebîne û têkiliyên xwe rasterast deyne.” Demîrtaş, di berdewama axaftina xwe de, da zanîn nêzikahiya Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdên Rojava di heman demê de nêzikahiya li hemberî hemû Kurdên Bakur e û wiha axivî: “Ne tenê Kurdên BDP’î, hemû Kurd di vê meseleyê de pir hesas in. Tirkiye nikare li aliyekî ji Kurdên welatê xwe re bibêje ’birayê min’ û ji Kurdên Rojava re jî neyartî bike. Heke wisa bifikire, wê çaxê divê nîvê nifûsa xwe ji ber çavan derxe.”

Li hemberî daxuyaniya Amerîkayê nerazîbûn

Selahaddîn Demîrtaş, li hemberî daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê ku gotibû “Em ji ber nêzikahiya Kurdên Sûriyê dilgiran in” nerazîbûn nîşan da û wiha pê de çû: “Wezaretê li ser gotegotan daxuyanî daye, ev yek ne rast e. Pêwîst e ew berê xwe bidin nûnertî û îradeya Kurdên Rojava. Tu niyeteke Kurdan a avakirina hikûmetek tune ye. Kurd tenê dixwazin heta ku Sûriyê pirsgirêkên xwe çareser bike û hikûmeta xwe bi hilbijartinê ava bike, hikûmeteke demborî ava bike. Lê em li aliyê din dinêrin, daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê jî heye û êrîşên li ser Kurdan şermezar dike. Em vê helwestê maqûltir dibînin.”

Nêzakihaya Tirkiyeyê ya li Rojava dê tesîrê li pêvajoya aştiyê ya Tirkiyeyê jî bike

Hevserokê BDP’ê, li ser pirsa rojnamevanan, derbir nêzikahiya Tirkiyeyê ya li hemberî Rojavayê Kurdistanê dê tesîra xwe li ser pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê jî bike û nêrîna xwe wiha anî zimên: “Pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê girêdayî pêşveçûnên li Rojava ne. Li wir çareserî çiqas zû çêbibe, tesîreke ewqas erênî dê li ser pêvajoya aştiyê jî bike. Li Tirkiyeyê aştî çiqas zû pêk bê, ev yek jî dê tesîrê li ser çareserkirina pirsgirêkên li Rojava bike.” Demîrtaş, li ser pirsan, got ew bawer nake Tirkiye destwerdaneke leşkerî li hemberî Kurdên Rojava pêk bîne û jixwe peywira siyasetmedaran jî ew e ku destwerdanên wiha asteng bikin, pêşî lê bigrin.

Divê heta 1’ê îlonê hikûmet pakêta çareseriyê aşkera bike

Hevserokê BDP’ê Demîrtaş, li ser hevdîtina xwe ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî axivî. Demîrtaş, got ji bo derbasî qonaxa sêyemîn a aştiyê bibin pêwîst e hikûmet heta 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê pakêta xwe ya çareseriyê bi awayeke berbiçav aşkera bike û ev pakêt heta 15’ê cotmehê jî li parlamentoyê weke qanûn derkeve. Demîrtaş, diyar kir ev daxwaz divê ji bo hikûmetê weke gefxwarinek neyê dîtin û weke daxwazeke girîng bê nirxandin.

Hikûmet bila hisaba çend gerîla vekişiyane neke, bila hisaba gerîla dê kengê vegerin bike

Selahaddîn Demîrtaş, bi bîr xist hikûmet tim li ser “hejmara vekişandina gerîlayan” nêrîna xwe vedibêje û vê nêrînê weke “helwesteke xelet” nirxand. Demîrtaş, ji hikûmetê xwest êdî li ser hejmara gerîlayên vekişiyane nesekine, di şûna wê de li ser amadekirina qanûnên ku dê gerîla paşve vegerin bisekine. Demîrtaş, aşkera kir avêtina gelek gavên biçûk ên li ser hev jî dê çareserkirina pirsgirêkê hêsantir bike.

Ger tiştekî bi serê Ocalan de bê ev pêvajo dê çi be?

Demîrtaş, derbarê tenduristiya Ocalan de jî got “siheta wî ewqas ne xirab e lê mirov li wê giravê tu caran nikare baş jî be”. Demîrtaş, careke din dubare kir ger tiştekî di wê giravê de bê serê Ocalan, hikûmet dê çawa vê pêvajoyê bimeşîne û ev nirxandin kirin: “Pêwîst e şert û mercên Birêz Ocalan bêne sererastkirin. Pêwîst e Birêz Ocalan bikaribe bi rojnamevanan re, nûnerên saziyên sivîl re, parêzerên xwe re bi hêsanî hevdîtinan bike. Çimkî ew ne mehkûmek ji rêzê ye. Ew bi yek gotineke xwe şerê 30 salan radiwestîne. Dikare bi yek gotinek hevsengiya Rojhilata Navîn biguherîne. Hikûmet dibêje li Îmraliyê daxuyaniya çapemeniyê nabe. Jixwe ew daxuyaniya çapemeniyê naxwaze. Tenê dixwaze mafê xwe yê qanûnî bi kar bîne. Dixwaze hin rojnamevan bikaribin biçin pe re hevpevyînan bikin û ew jî rasterast nêrîna xwe bi raya giştî re parve bike. Ev daxwazeke pir ji rêzê ye. Hikûmet divê van daxwazan bi cih bîne.”

Demîrtaş, danîna navê siyasetmedarê Kurd Şerafettîn Elçî ya li balafirxaneya li Hezexa Şirnexê jî weke “jesteke hikûmetê” nirxand û got wan jî li hemberî vê niyeta baş a Erdogan, ji rêxistina xwe ya Cizîrê xwestine malbata Elçî bi tenê nehêlin û ew jî Erdogan pêşwazî bikin.

Ji ber ku hikûmetê baweriya siyasetê nedaye ciwan derdikevin çiyê

Demîrtaş, derbarê daxuyaniyên waliyên li bajarên Kurdan ku dibêjin “piştî pêvajoya aşityê bi hezaran ciwan derketine çiyê” jî nirxandin kirin. Demîrtaş, ev tişt gotin: “Heke hê jî ciwan berê xwe didin çiyê, wê çaxê ev tê wê wateyê ku hikûmetê baweriya siyasetê nedaye ciwanan. Ger tu li hemberî siyasetmedarên Kurd, parlamenteran, li hemberî şaredariyan hurmet nîşan nedî, helbet dê ciwan jî bawerî bi te neynin, bi siyasetê neynin. Lê madem dê aştî pêk bê, wê çaxê çima ji derketina çiyê ya ciwanan ditirsin? Jixwe dema aştî pêk bê dê 6 meh piştre ev ciwan vegerin malên xwe.”

Demîrtaş, çêkirina qereqolên li Kurdistanê jî rexne kir û şîroveyeke wiha kir: “Çêkirina qereqolan nîşan dide ku Erdogan baweriyeke tam bi aştiyê nayne û ew wisa difikire dibe ku aştî pêk neyê. Ji ber vê yekê jî amadekariyên xwe dike. Heke tu ji aştiyê bawer nekî, wê çaxê dê ev pirsgirêk çawa çareser bibe? Divê hikûmet dev ji çêkirina qereqolan berde û ji bo aşityê gavên berbiçav bavêje.”

Jêder Rudaw