Demsala konferansên dogmatîk

Demsala konferansên dogmatîk

Her sal, weke van çaxan, ji heyva tîrmehê heta dawiya heyva tebaxê, rê û rêwanî li ser herêma Qendîlê namînin, hingî kongre û konferansên PKK, PYD, PJAK, PÇDKê...û hwd. tên lidarxistin. Konferansa ragihandin û medya, konferansa rewşenbîran, konferansa hunermendan, konferansa bijîşkan, konferansa şofêran, konferansa \"tirşikçiyan\"... konferansa çi were ser bîra we, di van deman de, tê li darxistin. Ango, di vê demê de, her kesek ji alîgirên PKK -PYDê, heger we dît li rûpela xwe a facebookê nivîsand: \"Bibûrin hevalno, dê mehekê dûrî we bikivim\", baş nas bikin ku ev camêr, yan jî ev xanim, dê biçe beşdarî konferansekê ji van konferansan bibe.

Ji ber çi ez wisa dibêjim? Ji ber ku ez jî, dema Apocî bûm, di vê rewşê re derbas bûme û di tîrmeh û tebaxa 2007an de li Çiyayê Qendîlê bûm. Ji min xwestin ez tevlî konferansa ragihandin û medyayê bibim, lê min qebûl nekir. Ez çûbûm rewşa li wira bi çavan bibînim û ji nêzîk ve bişopînim û hin hevpeyvîn bi berpirsên PKKê re ji bo rojnameya El-Hayatê çêbikim û min çêkirin û El-Hayatê belav kirin. Ne tenê wisa jî, min got: Ez nehatime beşdarî konferans monferansan bibim. Em ji konferansan têr bûne û hingî me konferans dîtin, em bûne konferans.

Ev agahî, ne tiştekî veşartiye û ne razeke (sireke) leşkerî ye ez eşkere dikim û niha li Qendîlê demsala konferansan e . Ji ber ku dewleta tirk, hemû tiştî bi rêya seteleytan dişopîne. Ne tenê wisa jî, ji hemû deverên Tirkiye, Kurdistanê, Europa, Rojava, Başûr û Rojhilatê welêt, kes û kesayetî tên beşdarî van konferansan dibin.

Di van konferansan de, qaşo PKK dost û endamên xwe, ji nûve perwerde dike û ji aliyê îdolojîk ve wan resen û sererast dike û wan bi nirx, rê û rêbaz bi \"xeta partiyê\" ve girêdide.

Di \"urf û adetên\" PKKê de, kî diçe perwedeyên îdolojîk? Tenê kesên endam, yan jî alîgir ku problemên wan yên rêxistinî hene. Yan qels bûne, yan guman li ser wan hene ku ji rêxistinê veqetin, yan hin pirsgirêk û kêş çêkirine... bi giştî, kesên saxlem û girêdayî rêxistinê û ji aliyê îdolojîk bi korahî û weke \"mirîdan\" tevdigere û kar dike, ev kes ne bi hewceyî perwerdê ne.

Birastî, dema mirov dikeve \"hucereya\" perwerdeya PKKê, wisa bi serê mirov tê ku êdî hemû kesî li ber çavên xwe reş bibîne, ji bilî partiyê û serokatiya wê, heta qûnaxa ku mirov xwe jî reş û kêm dibîne. Ango ji aliyê rih û mêjî ve, bi îdolojiya PKKê mirov tê şûştin.

Di nava PKKê de perwerde tiştekî pîroz û stratejîke ji bo ava kirina kadroyên \"mirîd-mirûd\". Lewma hemû kongere û konferansên PKKê, di eslê xwe de, perwerde ne, ne konferans in. Ev konferans, ritmeke wan î taybet, klasîk û berdewam a PKKê heye. Ev ritm ji van xalan pêk tê: 1- Xwendina nameya Öcalan (Çi rast be, çi ne rast be ev name). 2- Nirxandina rewşa siyasî û leşkerî a partiyê. 3- Xwerexne kirin. 4- Plansaziya paşerojê. 5- Hilbijartinên komîteyan. Her wiha, hemû konferans bi soza serkeftinê \"ku pir nêzîk bûye\" û çepik û tilîlî û \"bijî serok Apo\" bi dawî dibin. Ev konferans, kopyayên hev in û tiştekî nû û cuda di navbera wan de nîne. Ango hemû konferans weke hev in û \"Ew tas û ew hemam in\".

Baş e, li gorî vê rewşê, guherîn û guherîna ku PKKê behsa wê dike, çawa mirov dikare bawer bike? Ji ber ku heger mirov li gorî ragihandin, medya û şêweyên axafitina PKKê a siyasî, ramyarî û bîrdozî biçe, dê bibêje: Wey bavo, PKKê qûş li demokrasiyê, nûjeniyê, wekheviyê, modernîzmê qetandiye! Gelek kes jî dibe ku bi vê propagandaye bawer bikin û werin xapandin. Lê yê ku dixwaze rastiya vê rêxistinê nas bike, divê tevlî wê bibe û du-sê salan di nav de bimîne û ji rêxistinê veqete û hinek rexneyên fedyok û piçûk li PKKê bike û li helwest û \"reaction\" rêxistinê binêre, dê çaxê delavê demokrasiya PKK qam bike bê çiqas \"kûr û firehe e\"!

Her sal, li bakurê Kurdistanê, bi dehan kongere û konferansê PKKê û derûdorên vê partiyê li dardikevin, her wisa li rojava, başûr û Europa jî û ji bilî dogmatîzmê ka çi ji biryar û soz û diruşmeyên van konferansan pêkhatine?

Bi kurtî, mixabin, raste PKK xwe êdî di ser bîr û boçûnên netewî re dibîne, lê hema xweziya ji \"mala Xwedê\" re PKK ji %10 ji vê demokrasiya pê bang dike pêkbîne. Ev demagojiya PKKê a ku qesr, qûnax û bihuşta demokrasiyê ji qûm û berfê ava dike, dê heya kengî berdewam bike?

Basnews