Dengbêj Gazînê wefat kir

Dengbêj Gazînê wefat kir

Dengbêj Gazin (Raziye Kizil) ya 57 salî, li nexweşxanya Zanîgneha Wanê jiyana xwe ji dest da.

Hunermend û denbêja kurd Gazin berî çar rojan krîza dil derbaz kir û rewşa wê giran bû. Tevî hemû mudaxaleyan îro jiyana xwe ji dest da.

Gazin li Tatwana Bedlîsê ji dayîk bibû û dii 14 saliyê da zewicî bû û dayika pênc zarokan e.

navbirî bi birayê xwe Hawar re, bi navê \"Gazin û Hewar\" heft albûmên stranan derxist.

Paşê bi tenê albûmeke dengbêjiyê bi navê \"Evdalê Zeynikê\" derxist. Piştî ku li Wanê Mala Dengbêjan vebû, li wir jî cîh girt û beşdarî gelek festîvalên netewî û navnetewî bû. Di sala 2010\'ê da tevî çend jinên din Navenda Jinên Dengbêj ava kir. Hereiha bi gelek hunermendan re xebatên hevbeş pêk anî. 

Îro termê wê hunermenda kurd li Wanê spartin axê.