Dengê dahola Kurdistanê wefat kir

Dengê dahola Kurdistanê wefat kir

Mamostayê jenyarê daholê Berat Elî Nûranî wefat kir. Berat Elî Nûraî ku wek ’’Ka Berat’’ dihat naskirin, doh (08.03.2014) ji ber nexweşî û pirsgirêkên tendirûstiyê di temenê 81 salî de li bajarê Sineyê wefat kiriye.

Nûraî di sala 1932’an de li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanhe ji dayik bûye û di warê lêxistina daholê de pispor bû û 70 salan ew kar dikir. Ew û Ebdula Şerîetî ku jenyarê zirneyê bû bi hevre di piraniya merasîmên dawet û şahiyên xelkê herêmê û merasimên navnetewî de beşdar dibûn.

Sê roj beriya wefata Ka Berat hevalê wî yê salên berê û jenyarê zirnayê Ebdulah Şerîetî jî d temenê 81 saliyê de wefat kiribû. Di salên borî de Ka Berat ji ber nexweşiyên dil û ifoneta hinavan gelek nerehet bû. Xebera wefata wî hunermendê Kurd berê di medyayên Îranê de belav bû.

Çend sal beriya niha derhêner Burhan Ehmedî fîlmê bi navê ’’Dahol’’ derbarê jiyan û xebata hunerî ya Ka Berat de çêkiribû û Akademiya Milî ya Muzîka Fransayê ji ber pisporiya wî di warê lêxistina daholê de, doktoraya fexrî ya muzîkê peşkêşî wî kiribû.

Basnews