Derfeta lîstokên baş nedin derst bi çalakiya birçîbûnê dike

Derfeta lîstokên baş nedin derst bi çalakiya birçîbûnê dike

Kujerê 77 kesan Anders Behring Breivik, dibêje heger di girtîgehê de derfetê lîstokên baş nedin wî ew dê dest bi çalakiya greva birçîbûnê bike.

Anders Behring Breivikê Norweçî yê kujerê 77 kesan nameyek ji AFP re şand û giliyên xwe yên derbarê şert û mercên girtîgehê de rêz kir. Breivik diyar kir ku heger şertên girtîgehê neyên baş kirin dê dest bi çalakiya mangirtinê bike. Her weha Breivik got ku lîstokên atarî yên di girtîgehê de yên zarokan in û heger daxwaz kir ku lîstokên bi dilê wî bidin.

Anders Behring Breivikê ku li Norveçê di sala 2011 de 77 kes di carekê de kuşt û 21 sal cezayê girtîgehê danê, giliya şert û mercên girtîgehê kir. Breivik diyar kir ku şert û mercên girtîgeha Skîen ya Osloyê weke îşkencexanê ye. Anders Behring Breivik nameyek ji AFP re şand û 12 daxwaziyên xwe rêz kirin. Breivik daxwaz kir ku derfet bidin ku rojane derbikeve meşê, derfet hebe û bi hêsanî bikare bi derve re pêwendiyê çêbike, di hucreyê de cihê kursiyê qenepe bidin wî.

Daxwaza herî balkêş ya kujer Anders Behring Breivik jî der barê lîstokên PlayStation de ye. Breivik dixwaze versiyona PS3 ya vanlîstokan bidin wî. Heger na dê dest bi çalakiya greva birçîbûnê bike.