Dest ji Taksîm berdin li Bingol û Roboskiyê binêrin-Panoramayek ji Hawarnet ê

Dest ji Taksîm berdin li Bingol û Roboskiyê binêrin-Panoramayek ji Hawarnet ê

Li Çewlikê tacîz û tecawiza li E.A. hate protesto kirin

Li Çewlikê ji bo şermezarkirina tacîz û tecawiza li zaroka binavê E.A. ya 16 salî hatiye kirin çalakî hate li darxistin. Di çalakiyê de dowîzên “We li Roboskî qetilkirin hûn serbestin, we tecawiz kir dîsan hûn serbesetin.”

Têkildarî bûyera tecîz û tecawiza li Çewlikê 6 leşkeran li zaroka 16 salî ya binavê E.A pêkanî, komek ya qelebalix li ser tora civakî xwe rêxistin kirin û li ber Edliyeya Çewlikê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Girseya ku sloganên “Bêdeng nebe, dema tu bêdeng bû dê sira bê te” û “Jin, Jiyan, Azadî” qîriyan. Serokê Şaxa ÎHD’a Çewlikê Mehmet Can Înce jî diyarkir ku, em li beramberî bûyerekî ku tu wijdan û ol qebûl nakin re rû bi rû ne.

Înce got: “Ev tiştek wijdaniye. Rewşekî ku ne mirovahî , ne jî tu ol qebûl dike. Çawa dadgeh dê zarokeka 16 salî ya bûyerek wisan bi serê wê hatî, failên wê serbest berde. Edaletekî wiha nabe. Em vê biryarê şermezar dikin û protesto dikin.” Înce anî ziman ku, ji ber failên bûyeran nayên ceza kirin, ev sûc zêde dibin û berdewam dikin. Înce destnîşan kir ku, ji bo fail bêne cezakirin ew dê hemû mafên demokratîk bikar bînin.

Girse piştî daxuyaniyê dowîzên “We li Roboskî qetilkirin hûn serbestin, we tecawiz kir dîsan hûn serbesetin”, “Li kuderêyî ey edalet”, “Yê destê xwe didin hev hûn didin ber keviran, îro hûn çima bêdeng dibin” û “Edalet niha kor, kerr, lale” vekirin û heya Dort Yol Kuleya Seetê meşiyan.

Kampanya ’Li hemberî tecawiz Çewlîkê bêdeng nemîne!’
Piştî li Çewlîkê 6 leşkeran tecawiz û îstismara zayendî li zaroka bi navê E.A. kir li ser tora civakî kampanyaya “#BingoldekiTecavuzeSessizKalma” hate destpêkirin.

Piştî duh ji aliyê DÎHA’yê ve nûçeya li Çewlîkê 6 leşkeran tecawiz û îstîsmara zayendî li zaroka E.A. kir hat weşandin li ser tora civakî kampanyaya “#BingoldekiTecavuzeSessizKalma” hate destpêkirin. Gelek kesan li ser twîtterê peyamên “Welatê yekem yê ku bi ampulê reş dibe û li hemberî geşedanên di tarîtiyê de pêk tên çava negire!…#BingoldekiTecavuzeSessizKalma”, “Xwedê we îslah bike! “, dewleta tecawîzkar, dad geh tecawizîkaran teşhîr bike!” weşandin û bertek nîşanî bûyerê dan.

Li gorî nûçeyê, hate îdiakirin ku zaroka bi navê E.A. ya ji gundê Hazarşah a navçeya Bongîlanê ya Çewlîkê ji sala 2011’an ve rastî îstîsmara zayendî û tecawiza 5 çawişên pispor hat. E.A. têkildarî mijarê serlêdana sûc kir û xwest ku ev kes bên darizandin. Di dosyaya biryara veşariyê li ser heyî piştî 4 leşker ji aliyê dadgehê ve hatin girtin li ser îtîrazê serbest hatin berdan.

Malbatên Roboskê dest bi kampanya îmzeyan kirin

Malbatên Roboskê, li dijî biryara Dozgeriya Taybet a Amedê ya ku dosya radestî Dozgeriya Leşkerî kir, nerazîbûn nîşan dan û bi navê “Em ji bo dosya komkujiya Roboskê, darizandina leşkerî naxwazin” kampanya îmzeyan dan destpêkirin.

Tevî ku di ser komkujiya Roboskê ya tê de 34 kurd bi bombebarana balafirên şer ên F-16 hatin kuştin nêzî sal û nîvek derbas bûye jî, berpirsyar nehatine darizandin û di ser de ceza li malbatên Roboskiyan hate birîn.

Bi bihaneya ku di roja 500an de qurnefîl danîne cihê zarokên xwe yên hatine kuştin, 3 hezar TL cezayê pere li malbatên mexdûran hat birîn.

Malbatên ku li dijî van zextan bêzarin, ji bo dengê xwe bilind bikin, rêzeçalakiyan lidardixin.

Malbatên Roboskê di vê çarçoveyê de bi navê “Em destûrê nedin ku komkujiya Roboskê mîna yên beriya wê, wenda bibe” kampanya îmzeyan da destpêkirin.

Kampanya li ser malpera http://imza.la/roboski-katliami-dosyasi-icin-askeri-yargi-istemiyoruz hat destpêkirin û malbat wê îmzeyên bi vê rê berhev bikin, ji Parlamenta Tirkiyê û Serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul re bişînin.

Ji bo Roboskî û girtiyên nexweş “Rawestiyan”

Li Wanê, bi armanca şermezarkirina biryara dozgeriyê ya li ser komkujiya Roboskî û ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş, 7 kesan çalakiya “rawestînê” lidar xistin.

Li Wanê, bi armanca şermezarkirina biryara dozgeriyê ya li ser komkujiya Roboskî ku radestî dozgeriya leşkerî kir û ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş, 7 kesan li kolana Hunerê ya taxa Cûmhûyetê çalakiya “rawestînê” lidar xistin.

Nedîm Yeşîlçinar der heqê çalakiya xwe de got, “Li Kurdistanê bi sedan komkujî hatin kirin, ji van ya dawî komkujiya Roboskî bû. Me biryar da, ku heta ev komkujî were ronîkirin çalakiyên sivîl lidar bixin.”

Li gel barana dijwar jî, çalakî li ser kolanê li ser piyan rawestiyan û welatiyên derdorê jî bi çepikan piştgirî dan wan. Ciwan bi qasî 2 saetan li ser piyan rawestiyan û bal kişandin ser komkujiya Roboskî û rewşa girtiyên nexweş. Çalakî bi dirûşma “Bijî berxwedana zîndanan” bi dawî bû.

Konên Çareseriyê li pêwendiyeke mezin rast tên

Konên Çareseriyê yên bi armanca şopandina pêvajoya vekişîna gerîlayên HPG’ê li Girê Rahmo yê navçeya Colemêrg Gever û Gundikê Melê yê Şirnexê hatin vedan, li pêwendiyeke mezin rast tên.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji bo pêvajoyê bişopîne û çêkirina qereqolan asteng bike li Girê Rahmo Konê Şopandinê hat vedan. Kon ji aliyê gel ve tê ziyaretkirin. Serokê Rêxistina BDP’ê yê Geverê Nazil Durmaz, Şaredarê Geverê Ercan Bora, Şaredarê Bajêrgeh Hurşît Altekîn û gelek kesên din çûn Girê Rahmo kon ziyaret kirin. Li herêmê leşkerên Robokop hatin bicihkirin. Li binê kon, hunermendên ciwan ên Geverê ji nobedaran re stran gotin. Li kon 3 rojan carekê nobet tê guherîn û duh bi merasîmekê welatiyên ji bajaroka Bajêrgeh, taxên Dîze û Yeşlîdere hatin dewr girtin. Di dema dewrkirina nobetê de berdevkê taxa Qişle Rasîm Yalçin axivî û wiha got: “Di nobedariya me ya sê rojan de li herêmê tevgereke zêde ya leşkerî heye. Tevgera leşkerên qereqola seyar a Rahmo hatiye asta pêvajoyê sabote bike. Divê raya giştî vê yekê bibîne. Em jî, ji bo pêvajo neyê sabotekirin li vir in.”

Bedîrhan Donat ê ku nobet dewr girt jî got: “Em weke Bajêrgeh, taxa Dîze û Yeşlîder nobedariya 3 rojan dewr digirin. Em ji bo gerîla bi awayekî ewlehî derbas bibin, em li vir in. Divê ev çalakiya bi wate baş bê fêmkirin.”

LI KONÊ ÇARESERIYÊ YÊ GUNDIKÊ MELÊ BI HEZARAN KES HATIN CEM HEV

Li Bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH), mehek berê bi boneya şopandina pêvajoyê û çavdêriya vekişîna gerîlayên HPG’ê, Konê Çareseriya Demokratîk veda bû. Lê belê beriya 2 rojan leşkerên ser bi Fermandariya Jendermeyan a Şirnexê bi ser konê çareseriyê de girtibûn û pankart û poster desteser kiribûn. Piştî serdegirtina leşkeran ji Şirnex û navçeyên Şirnexê ligel endam û rêveberên BDP’ê û nûnerên saziyên civakî bi hezaran kes li Gundikê Melê gihiştin hev. Rêveberên BDP’ê yên Şirnex û navçeyên wê û şaredaran bi boneya piştgiriyê bidin kesên li kon nobefê digirin, ziyaret pêk anîn. Girseya ku li konê çareseriyê kom bû, dîsa alên KCK, PKK’ê vekir û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên pêşengê PKK’ê Mahsun Korkmaz (Egîd) daliqandin. Li kon pankarta “Botan ber bi roja xwe ve dimeşe” hat vekirin.

Şahiya ku li kon pêk hat bi rêzgirtinê dest pê kir. Di şahiyê de Serokê BDP’a Şirnexê Bakî Katar, anî ziman ku kon li dijî bûyerên neyînî hatiye vedan û kesên dest li kon werdidin jî jî naxwazin pêvajo bi erênî pêş bikeve. Katar serdegirtina leşkeran şermezar kir û da zanîn ku ewê heta dawî têkoşîna xwe dewam bikin. Katar, da zanîn ku aliyê gelê kurd gav avêtin û dor a hikûmetê ye û xwest êdî hikûmet gavên şênber bavêje. Piştî axaftinê bi sedan ciwan bi rûyê xwe yê pêçandî meş pêk anîn. Di meşê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK û KCK’ê hatin vekirin. Girseyê di meşê de bê navber dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Zext me bêzar nakin” berz kir.

’Gelo AKP bi çêkirina qerekolan dest bi pêngava duyemîn dike?’

Bi hezaran kesên ku bi boneya avakirina qereqol, bendav û nokteyên kontrolê yên leşkerî û polîsan şermezar bikin meşek girseyî pêk anîn. Endamê Meclisa BDP’ê M. Siddik Akiş, xwest Serokwezîr Erdogan li gotinên xwe baldar be. Hevserokê BDP’ê yê Colemergê Rahmî Kurt jî hikûmeta AKP’ê di pêngava duyemîn de bi avakirina qereqolan dest pê dike.

Bi hezaran welatiyên Geverê, ji bo avakirina qereqolên leşkerî, bendavên li herêmê, nokteyên kontrolê û operasyonên li herême şermezar bike, li ber avahiya BDP’ê kom bûn û çalakiya meşê pêk anîn. Girseya ku bi boneya nokteya lêgerînê ya polîsan ku 5 kîlometre li dervê navçeya Geverê hatiye avakirin şermezar bikin, çalakî pêk anîn. Girseya ku di navde rêveberên BDP’ê, endamên meclisa Bajar û Şaredariyê yên BDP’î, Aktîvîstên Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî di navde bi hezaran kes amadeb bûn. Bi hezaran welatiyên li ber avahiya BDP’ê kom bûn, bi posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên PKK û Konfederalizma Demokratîk û gelek pankartan heta nokteya kontrolê ya dervê navçeyê meşiyan. Girsê di meşê de alên rengîn ên mezin ên kesk, sor û zer vekirin. Li ber înşaeta qereqolê gelek maşîneyên zirxî kom bûn û bend li pêş qereqolê ava kirin. Girseya ku ji du milan de hatin li ber nokteya kontrolê çalakiyarûniştinê pêk anîn. Girsê li ser rêya Şemzînan û Geverê çalakiya rûniştinê pêk anîn û rê li trafîkê girtin. Piştî hevdîtina di navbera rêveberên BDP’ê û polîsan de girse hat ber qereqolê û siloganên “Bijî serok Apo”, “Em dê qereqolan bi ser we de hilweşînin” berz kirin. Komek ciwanên ser rûpoş derketin cihê bilind û alên PKK’ê daliqandin û govend gerandin.

’ARMANCA ME NE ŞER ÇARESERÎ YE’

Li vir endamê Meclisa BDP’ê M. Siddik Akiş, axivî û diyar kir ku AKP û devlet êdî divê gavên demorasî û çareseriyê bavêje. Divê êdî Serokwezîr zimanê xwe nerm bike. Divê gotinên xwe yên li hemberî gelê me û Serokên me rast bike û baldar be. Hevserokê BDP’a Colemêrgê Rahmi Kurt jî bertek nîşanî helwesta hikûmetê da û wiha got: “Ger ku Serokwezîr Erdogan çêrina qereqolan wekî gavên demokratîk davêje wê demê qereqolên ku ava dike bila bi serê wî de hilweşin. Ger ku di pêngava duyemîn de AKP qereqolan çêke, wêdemê dê bertekên me yên li hemberî vê yekê jî qurt bin. Me heta niha bedel dan û em dê ji niha û şûnde jî bedelan bidin. Ji bo têkoşîna gel a mafdar em amadene ku bedelan bidin.  Piştî daxuyainyê girsê dawî li çalakiyê anî û belav bûn.

Li Geverê veguhestina leşkerî
Li gel vekişîna gerîlayên HPG’ê ji Bakurê Kurdistanê ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê, liv û tevgera leşkerî ya artêşa Tirk zêde dibe.

Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin, ku artêşa Tirk bi 20 maşînan leşker veguhestiye Girê Memîşa yê navçeya Colemêrg Geverê û li vê derê xebatên keşif û îstixbaratê dimeşîne.

Her weha hat ragihandin, ku li qada Şehîd Kendal a li Herêma Heftanînê ya li ser sînor, liv û tevgera leşkerî dixuye û car caran operasyon tên meşandin

 

Hawarnet.com