Dewlet qatilan diparêze

Dewlet qatilan diparêze

Rojnamevanê Tirk yê rojnameya Radîkalê Cuneyt Ozdemîr di nivîsa xwe ya evro de diyar dike ku beriya niha mirovên dar di dest de Kurdistan kiribûn gora kuştinên kiryar ne diyar. Niha jî li Eskîşehîrê heman mirovan Elî Îsmaîl kuştin. Kujer xwe li pişta dewleta bav diveşêrin.

Cuneyt Ozdemîrê rojnamevanê rojnameya Radîkal ya Tirkiyê di nivîsa xwe ya evro de ku bi ser nivîsa ’êşa dewletê ya zarokên xwe’ nivîsandiye, balê dikêşe ser bûyera kuştina Elî Îsmaîl Korkmazê 17 salî û diyar dike ku dewlet êşa gel nabîne. Ozdemîr dibêje ew berî pêşkeşvanek xwînsar bû û mirin bêyî ku hest bi çi tiştekî bike rûdanên şer, kuştin û mirinan pêşkeş dikir. Ji ber vê xwînsariyê min şanazî bi xwe dikir. pûxteya nivîsa Ozdemir weha ye:

Dûv re xwedê kurek da min. ji wê rojê heta evro di jiyana xwe ya taybet de neşêm stara rondikên çavê xwe bikim. Ji wê rojê û pê ve ez êşa ewladan zêdetir dijîm. Dema mirov dibe bav, hestên dayikan jî baştir fêm dike. Ji ber vê dema dayik û bavek zarokên xwe wenda dikin ez jî di kûrahiya dilê xwe de hest bi wê êşê dikim.

Di rojên dumahîkê de em hewl didin ji barê şerê 30 salan xwe rizgar bikin. Gelek zarokên me li serê çiyan bûne qurbanî. Hemû jî bûne goriyê polîtîkayên xelet. Ji ber vê dilê gelek dayik û bavan sot. Li ser van xakan aqilekê pir dirinde yê dewletê heye. Di demekê de mirovên ku di destê wan de satûr hebûn Kurdistan kiribûne gora kuştinên kiryar ne diyar. Dewletê di gel JİTEM’a xwe û polîsên xwe ev şebekeya qatilan parastibû.

Niha jî li Eskîşehîrê mirovên ku dar di destê wan de ciwanê 17 salî yê bi navê Elî Îsmaîl Korkmaz kuştin. Elî jî zarokê malbatek hêjar bû. Mirovên dar di dest de di kolanê de ew girtin û li serê wî dan. Çû nexweşxaneyê lê hilnedane nexweşxaneyê. 38 rıjan li berxwe da lê dumahîkê de neşiya bergiriyê bike. Elî mir lê kujer li holê nînin. Kujerên Elî dihêne naskirin lê belê kujer xwe li pişt dewletê diveşêrin. Ew senaroya ku bi salan me li Kurdistanê seyr kir li vê derê dihête dubarekirin. Dewlet dîsa jî êşa gel nabîne.