Dewleta Tirk navê Kurdistanê qebûl nekir

Dewleta Tirk navê Kurdistanê qebûl nekir

Wezareta karên navxweyî ya Tirkiyê navê Kurdistanê qebûl nekir. Beriya niha jî di nûçeyek xwe de me cih dabû daxuyaniya Serhed Mêrdînî yê berpirsê Komeleya Ciwanên Kurdistanê ya digel Dengê Emerîkayê de. Mêrdînî di wê daxuyaniya xwe de jî diyar kiribû ku dewleta Tirk navê Kurdistanê qebûl nake.

Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê beriya demekê li Amedê hate damezrandin û tabelaya wê jî li avahiyê ve hate daliqandin. Lê belê wezareta navxwe ya Tirkiyê derbarê navê Kurdistanê de daxuyaniyek da. Wezaretê destnîşan kir ku gotina ’Kurdistan’ li gorî xala 302’emîn a Yasaya Cezaya Tirk û 14’emîn makeqanûnê sûce û nav veto kir.

Cîgirê serokê komeleyê Roger Cager li hember biryara wezaretê nerazîbûn nîşan da. Cager diyar kir ku ew navê komeleya xwe naguherînin û ger doz li wan were vekirin, wê dozê bibin dadgehê.

Cager diyar kir ku navê ’Kurdistan’ ne li dijî yasayan e û ger doz li me hat vekirin, emê rêyên yasayî bişopînin. Roger Cager diyar kir ku ger rêyên hiqûqa navxweyî encamê negirin, emê vê mijarê heta Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) jî bibin.