Dewleta Tirk Rojava û Bakûr bi dîwaran ji hev diqetîne

Dewleta Tirk Rojava û Bakûr bi dîwaran ji hev diqetîne

Dewleta Tirk hewl dide bi dîwarên beton Rojava û Bakûr ji hev qut bike. Di çarçoveya vê planê de hikûmeta AKP, ji bo di navbera Nisêbîn-Qamişlo de dîwar lê bike, dest bi kar kir. Piştî xebatên kolandinê yên doh, îro jî qalibên beton hatin bicihkirin. Şaredara BDP’yî Ayşe Gokkan ku xwest pêşî li lêkirina dîwar bigire, kete nava  erdê mayinkirî û ji mirinê filitî.

Dewleta Tirk li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê di bin navê qaşo “pêşîgirtina li qeçaxçitiyê” dîwaran ava dike. Xebatên kolandinê duh di encama hewldanên Şaredariya Nisêbînê de hatibû rawestandin. Lê belê ji îro danê sibê û pê ve, li cihê hat kolandin qalibên beton hatin bicihkirin.

Serokê Rêxistina BDP’ê ya Mêrdînê Reşad Kaymaz, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan û nûnerên hin saziyan hatin cihê bûyerê û li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan dan.

Şaredara Nisêbînê Gokkan ber bi nuqteya dîwar lê tê çêkirin meşiya û rastî heqaret û helwesta neyînî ya leşkeran hat. Gokkahn li erdê mayinkirî ji mirinê filîtî. Balkêş e, tevî ku dihat zanîn Gokkan ber bi qada mayinkirî ve diçe, leşkeran ew hişyar nekirin.

Serokê Rêxistina BDP’ê ya Mêrdînê Reşad Kaymaz da xuyakirin ku ewê destûrê nedin dîwarê şermê û destnîşan kir ku ji bûyerên rû bidin dê Hikûmeta AKP’ê berpirsyar be.

Jêder DIHA