Dewleta tirk wehşeteke din anî serê kurdan

Dewleta tirk wehşeteke din anî serê kurdan

Hat ragihandin ku dewleta tirk a dagirker bi hezaran polês û leşkeran ve avêtin ser  taxa Yahya ya girêdayî karayaziyê ku girêdayî Erziromê ye. Ev yek jî bûyera gundê \'\'Şapata\'\'yê tîne bîra mirov.

Hat diyarkirin ku piştî avêtina polêsan a  ser malan, Ahmet Goksû hat binçavkirin. Di vê binçavkirinê de hat îdakirin ku polêsan ew bi erebeya zirxî ve girêdane û bi erdê re kaş kirine. 

Heştê îlonê roja înê li taxa Yahyayê ya girêdayî navçeya Erzirom karayaziyê, saet di çar û nîvê sibehê de bi erebeyên zirxî bi hezaran polês û leşkeran avêtin ser malan. Tax ji aliyê polês û leşkeran ve hat dorpêçkirin û bi taybetî avêtin ser mala Mehmet Goksû û kurê wî Ahmet Goksû jî di nav de, bi giştî avêtin ser 40 malan. Hêzên taybet pêşî avêtin ser mala Mehmet Goksû (80) dûre avêtin ser mala kurê wî Ahmet Goksû. Keça Mehmet Goksû Eda Goksû (22) bûyera avêtina ser malê wiha rave kir: \'\'Li derî xistin, bavê min çû derî vekir. Pêşî carekê li dêrî xistin. Paşê bi geran lê xistin. Bavê min got \'\'bila jin kincên xwe li xwe bikin\' ez ê paşê derî vekim. Çawa ku derî hat vekirin, bavê min avêtin erdê, çek xistin serê wî û pêyên xwe danîn ser stûyê wî. Piştre D\'ya 14 salî avêtin erdê û çek xistin serê wî jî. Diya min nexweşa pençeşêrê ye. Pir tirsiya. Deriyê piştê dadayî bû. Diya min ji ber ku nexweş bû nikarîbû, dereng kincên xwe li xwe dikir. Sebir nekirin deryê me yê texte bi pehnan şikandin. Di wê navberê de em 5 jin û zarokeke 4 salî li odeyeke din bûn.
Rewşa me guncav nebû. Çek xistin serê me gişkan û gotin: \'Rûnên û berê xwe bidin dîwêr.\' Me hîn kincên xwe li xwe nekiribûn. Paşê em yek bi yek daxistin jêrê û bi zarokan re şandin mala kalikê min.\'\'

DU SAET WEXTA WE HEYE

Goksû diyar kir ku bavê min pêşî derxistibûn derve. Piştî ku em çûne mala kalikê min, bavê min dîsa anîn mala me. Em hatin jêrê. Piştî deh deqîqeyan qîrîna bavê min hat. Komutanek hate ba me, ji me re da xeberan. Çi hat ber devê wî got. Namûs, şeref, dîn û îman tiştek nehişt. 
Komutan got: \'\'Bi namûs û şerefa we dilîzin.\'\' Min got: \'\'Hedê kesî nîn e bi şeref û namûsa me bilîze.\'\' Piştre yekî din hat. Rûyê wî jî bi rûpoşeke reş girtî bû. Wî ez birim xiste mitbaxa kalikê min. Derî girt û pişta xwe da dêrî ji min re got: \'\'Li ku ne?\'\' Min got: \'\'Kî, hûn çi dibêjin, ez we fêm nakim.\'\' Piştî vê gotina min got: \'\'Tu dizanî. Du saet wexta we heye.\'\' Min jî got: \'\'Wexta çi, hûn çi dibêjin?\'\' Wî jî got: \'\'Em ê mala we bişewitînin û destê xwe avêt gerdeniya di stûyê min de kaş kir.\'\' Min li destê wî xist û min got: \'\'Dest nede min!\'\'
Gerdeniya min derxist got: \'\'Ev çi ye?\'\' Min got: \'\'Ma di gerdeniyê de jî pirsgirêk hete?\'\' Wî got: \'\'Di mêjiyê te de pirsgirêk heye û du saet wextê we maye. Em ê we gişkan bikujin.\'\' Wî dizanîbû ku ez xwendekar im. Gef li min xwar û got: \'\'Em ê bûrsa (alîkariya xwendinê) te qut bikin û dûre dest ji min berda.\'\'

Goksû wiha pê de çû, bavê min li derve digerandin. Destê wî li ser zikê wî bû.

D\'yê 14 jî diyar kir ku dema ku polês û leşkeran avêtin ser mala wan, kalikê wî nimêj dikir. Hêzên taybet gote kalkê min ê 80 salî, ez ê diranên te bişkînim û dûre pê li secadê kir û serê kalikê min danî erdê pêyê xwe da ser stûyê wî. Her wiha D\'yê 14 salî got: \'\'Leşkeran bi şivan li serî û zikê bavê min dixistin. Polêsan kepçe anîn gotin em ê mala we xera bikin.